AMED – Hevserokê HDP’ê Cahît Kirkazak da zanîn ku ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û pêwîst e demildest mafê hêviyê hem aliyê hiqûqî û hem jî aliyê siyasî bikeve meriyetê.
Bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser zemîneke aştiyane û demokratîk pêk were Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir û PKK'ê destpêkê agirbest îlan kir û dûre di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe ya ji bo 'ji nû ve avakirinê' lidar xist. Lê belê ji aliyê dewletê ve ji bo xurtkirina pêvajoya aştiyane hê gav nehatine avêtin. Derdorên cuda ku di nav de yên nêzî hikûmetê jî hene, gelek caran balê dikişînin ser girîngiya gavêtina hikûmetê.
‘DIVÊ HERDU ALÎ JÎ GAV BIAVÊJIN’
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) Cahît Kirkazak li ser mijarê axivî û diyar kir ku PKK’ê bi perspektîfa Abdullah Ocalan gavêtiye ev girîng e û wiha got: “Ev yek tê wê wateyê ku Tirkiye di çareseriya pirsgirêkên xwe yên demokratîk de dest bi pêvajoyeke bê şîdet dike. Ji bo pêvajoya pêş tenduristtir bibe û alî bi xwe bawer bin pêwîste her du alî tundûtiyê rawestînin Ev mijareke girîng e. Yanî eger aliyek dest ji şîdetê berde, ya din jî wê xizmetê ji pêvajoyê re neke. Birêz Ocalan derî vekir. Lazim e dewlet û rayedarên dewletê jî mekanîzmayeke pêşveçûna pêvajoyê ava bikin. Birêz Ocalan banga xwe kir. PKK'ê kongreya xwe pêk anî. Bendewariya ji niha û pê ve ya hikûmet û dewletê, ji bilî sekinandin û lêgerîna li bahaneyan, tiştekî din nîne."
'DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ MÎSOGERKIRIN'
Kirkazak destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi tendurist pêş bikeve ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan girîng e. Kirkazak da zanîn ku bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser binpêkirina mafê wî yê hêviyê, wê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têrê bike û wiha got: "Hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve divê mafê hêviyê bêyî derengmayînê were bicihkirin ku Birêz Ocalan ê bi berpirsyariya dîrokî ya vê pêvajoyê radibe, karibe bi rengekî tendurist bimeşîne."
'CIVAK JI PÊVAJOYÊ RE AMADE YE'
Kirkazak diyar kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyên gelê Kurd û tevahiya civaka Tirkiyeyê hene û destnîşan kir ku divê daxwaza aştiyê bi dengekî bilind û bi wêrekî were bilêvkirin û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de divê tevahiya civaka Tirkiyeyê bi êşên hev re nekevin pêşbaziyê. Ji ber ku ev êş êşên tevahiya civakê ne. Pêwîstî bi pêvajoyeke ku ji gel derbasî partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl bibe û piştre jî parlamento bibe îrade heye. Civaka Tirkiyeyê ji berpirsyariyê nareve. Em dibînin ku civak ji vê pêvajoyê re amade ye."
MA / Rukiye Payîz Adiguzel