Kesên di Terteleya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan bi meşekê hatin bîranîn

img

DERSÎM - Kesên ku di Terteleya Dêrsimê de hatin qetilkirin bi meşeke bêdeng hatin bibîranîn. Di daxuyaniya li Qada Seyît Riza hat dayîn de banga rûbirûbûnê hat kirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi munasebeta 88’emîn salvegera Terteleya Dêrsimê li Kolana Hunerê heta Qada Seyît Riza meş lidarxist û kesên hatine qetilkirin bi bîr anî. Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Dêrsim, Xarpêt û Çewlîgê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Rêxistina Bajêr a Dêrsimê, gelek sazî û rêxistin û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Pîr Seyît Riza û pankarteke reş hatin hilgirtin.
 
BI DÎROKÊ RÛBIRÛBÛN
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê li Qada Seyît Riza serokê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê (DEDEF) Alîriza Bîlîr axivî û diyar kir ku ew di 88'emîn salvegera qirkirinê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Bîlîr da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek qetlîam pêk hatine û wiha got: “Li Dêrsimê bi deh hezaran mirovên me hatin qetilkirin, cih û warên me hatin şewitandin, aqûbeta mirov û keçên ku ji warên xwe hatin derxistin û hatin sirgûnkirin nayê zanîn. Piştî tevkujiya fîzîkî, wekî ku di raporên Dersîmê de jî tê texmînkirin, pêvajoya asîmîlasyona çandî bi awayekî fîîlî ket meriyetê.”
 
Bîlîr diyar kir ku ew hovîtiya li Dêrsimê pêk hatiye şermezar dikin ûwiha  got: "Em yek ji gelên qedîm ên van xakan e. Bila li hemberî me rêz bê girtin û em bên qebûlkirin. Û em banga rûbirûbûnê dikin û li cîhanê mînakên vê hene.”
 
Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe bal kişand ser girîngiya rûbirûbûna bi dîrokê re û wiha got: "Sedema bingehîn a ku em îro demokrasiyê tine dihesibînin û edaletê tine dihesibînin, nikarin bi dîrokê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, komara nû ya ku heta deynên Osmaniyan mîrate kir, bi feraseta zîhniyeta yekperest û tinekirinê ya Osmaniyan hat. Ji ber vê yekê divê em ne tenê bi dîroka komarê re, di heman demê de tevahiya dîroka beriya xwe rû bi rû bimînin."
 
ÊŞA 88 SALAN 
 
Serokê Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsimê Ergîn Tekîn wiha got: "Ev komkujiyek bi armanca tinekirina çand, bawerî û nasnameyekê bû. Û gelê Dêrsimê 88 sal in êşa vê dikişîne. Em her sal li vir daxuyanî, çalakî, bîranîn li dar dixin."
 
Endamê MYK’ê ya ESP’ê Orhan Çelekî xwest berpirsyarên komkujiyê hesab bidin. 
 
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû di destpêka axaftina xwe de ji xizmên Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder re sersaxî xwest ku duh jiyana xwe ji dest dabû. Yuksel Mûtlû wiha got: "Sedema ku em îro li vir li hev kom bûne, êş, hovitiyeke 88 salî ye, qirkirineke Dêrsimê ye ku em li dijî vê yekê bi qulkirina erd û ezmanan bi qîrîna gel û kalûpîrên xwe têdikoşin û dewam dikin. Em behsa êşa 88 salan ên bênavber dikin, ku em jê re dibêjin qirkirin. Eger rûbirûbûn nebe, em nikarin qala demokrasiyeke li Tirkiyeyê bikin.”
 
Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan ên Ewropayê Huseyîn Mat bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û anî ziman ku Elewî herî zêde aştiyê dixwazin.
 
Di dawiyê de Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete axivî û got: "Gorên şehîdên me, pîr û canên me yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn. Ji ber ku gorek hebe ew e ku xwedî nirxek, cihekî pîroz, dîrokek, bîranînek be. Eger goreke te hebe, çîrokek wê heye. Di baweriya Elewiyan de gor cihê herî pîroz e. Ziyareta we ye. Em pirsgirêkên xwe li ser goran çareser dikin. Eger îro me bê gor bihêlin; me bê çand, bê dîrok, bê ziman dihêlin. Em ê ti carî, ti carî vê qebûl nekin."
 

Sernavên din

19:34 Malbata Onder û DEM Partî dê sibe şînê danin
19:23 Amedsporê Adanaspor 4-0 têk bir
19:14 Gucenmez ê DEM Partiyî hate binçavkirin
19:10 DBP’ê êrişa li dijî Ozel şermezar kir
18:51 Cenazeyê Onder hate definkirin: Qasidê aştiyê nemir e
17:48 Ji bo xêzeromana Kurdî Gênco çalakî hat lidarxistin
17:42 Êrişên li dijî Elewî û Durziyan li Qamişloyê hatin protestokirin
17:28 Gezmîş, Înan û Aslan li Mêrsînê hatin bibîranîn
17:14 Şandeyeke Vatîkanê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:24 Alîgirên Amedsporê Onder ji bîr nekirin: Baba Îshak nemir e!
16:18 Li Pasûrê protestoya GES’ê
15:56 Nîşeya Îmraliyê ya bi destnivîsa Onder derket holê
15:50 Ji bo Hasîne Tekînê mewlûd hate dayin
15:39 Cenazeyê Onder ji bo definkirinê birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê
15:37 Kesên di Terteleya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan bi meşekê hatin bîranîn
15:29 Îfadeya kesê êrişî Ozgur Ozel kiribû derket holê
15:04 Dayikên Aştiyê: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bidomînin
14:30 Rewşa girtiya nexweş a di greva birçûbûnê de giran dibe
14:22 Li Şengalê semînera ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hat lidarxistin
14:09 DEM Partiyê ji bo Onder li gelek bajaran şîn danî
14:08 Bakirhan û Hatîmogullari bertek nîşanî êrîşê dan
14:00 Derket holê ku êrîşkar 2 zarokên xwe kuştiye
13:26 DEM Partiyê bertek nîşanî êrişa li dijî Ozel da
13:17 Di derketina AKM’ê de li dijî Ozel êriş hat kirin
13:14 Ji bo kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayin çerax hatin vêxistin
13:13 Pervîn Bûldan: Te aştiya civakî pêk anî, niha dema aştiya mezin e
13:01 Bi nameya ji bavê xwe re nivîsandî xatir jê xwest: Ez bi te serbilind im
12:45 Tulay Hatimogullari: Gotina te dê tu carî li erdê nemîne
12:43 Bi deh hezaran kes ji bo Onder meşiyan
12:33 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Tu dê di dilê bi deh mîlyonan de bê veşartin
12:12 Tûncer Bakirhan: Em soz didin we ku wê ava Firatê biherike Marmarayê!
11:47 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Onder di merasîmê de hate xwendin
11:39 Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin
11:18 Sirri Sureyya Onder bû neferekî dilsoz ê têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê
10:46 Terteleya Dêrsimê di sala 88’emîn de ye: Divê rûbirûbûn çêbibe
10:42 Ji bo Sirri Sureyya Onder li AKM'ê merasîm hat lidarxistin
10:41 Ji bo Sirri Sureyya Onder gel li AKM’ê kom dibe
10:18 HPG: Dewleta tirk di meha Nîsanê de 9 hezar û 790 caran êriş kir
09:51 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:49 Op. Dr. Yildirim: Sezeryan biryara şexsî ya nexweşan bi xwe ye
09:12 Li KURDÎGEH'ê serdema nû ya qeydan dest pê kir
09:05 KCK’ê têkildarî Sirri Sureyya Onder daxuyanî da
09:03 Li qadên jiyanê yên girtiyan kamera tên bicihkirin: Fermana wezaretê ye!
09:00 ROJEVA 4’E GULANA 2025’AN
08:00 Ahmet Turk: Wefata Onder windahiyeke mezin e
03/05/2025
21:53 Rêveberiya Xweser: Wê têkoşîna Onder bibe îlham
21:48 Bafil Talebanî: Gelê kurd dostekê xwe yê rast winda kir
21:45 Ji Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:27 Ji Mesûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:22 Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê
21:17 Ji bo Onder şîn hat danîn
16:38 Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
16:35 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'
16:10 Ji TJA'yê 'Diyalogên Jiyana Azad'
15:58 Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
15:52 Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye
15:02 Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
14:27 Xizmên windayan li sê bajaran doza edaletê kirin
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yaman û Gul pirsîn
13:25 Înîsiyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
13:16 Rapora meha Nîsanê ya DFG’ê: rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
12:28 MKG: Em ê nehêlin ku rastî di tariyê de winda bibe
11:05 Starta Cejna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn: Em her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek
10:18 Berdevka YPJ'ê: Konferans ji bo pêkanîna banga Ocalan gava yekem e
09:55 31 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Aştî bi hevrûbûnê pêkan e
09:03 Şaredarê AKP'î yê berê otêla ku bi piştgiriya dewletê çêkiribû bi 90 milyonî firot dewletê
09:01 'Heya wekheviya zayendî pêk neyê edaleta avhewayê ne pêkan e'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN
02/05/2025
16:39 Helbestvan Fadil Ozturk hate definkirin
16:17 Atolyeya 'sûretên bedenê yên di dem û mekan de'
15:47 Serdanên ji bo taziyeya Pelîn Yilmaz dewam dikin
15:12 Ji binçavkiriyên Taksîmê 372 kes hatin berdan
14:39 Piştî doza Narîn Guranê daxuyanî hat dayin
14:28 Baroya Stenbolê çû serdana Girtîgeha Marmarayê
14:14 Li Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir
13:50 Lubnanê hişyarî da Hamasê
13:50 Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e