STENBOL - Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ber bi rêwîtiya dawî ve tê oxirkirin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ber bi rêwîtiya dawî ve tê oxirkirin. Ji bo Onder, di saetên zû yên serê sibehê de bi hezaran kes herikîn Navenda Çandê ya Ataturkê (ATK) ya li Taksîmê. Di serî de hunermend û siyasetmedar, bi hezaran kes li AKM’ê kom bûn.
Eywan, bi temamî kom bû û gelek kes li derve man. Cenazeyê Onder ji hêla malbat û hezkiriyên ve birin ser sehneyê. Bi hezaran kesan demekî dirêj li ser pêyan li çepikan xistin. Cenazeyê Onder bi qurnefîlan hate xemilandin û li ber serê wî jî tulbenta spî hate danîn.
Gelek caran li eywanê “Şehîd namirin”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Bijî biratiya gelan” û “Soza me ya ji bo Sirri aştî ye” olan dan. Zemara dayikeke Kurd striyayî, li eywanê olan da.
Bername, bi pêşandana sînevîzyoneke jiyana Onder vedigot domiya.
Berfirehiya nûçeyan tê...