ŞIRNEX - Burak Ercanê ku li Cizîrê 40 dest avêtibû xwendekaran, di danişîna duyemîn a dozê de ku der barê wî de hatibû vekirin 3 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Ercan li dijî biryarê serî li Dadgeha Herêmî ya Amedê da û îtîraza wî hat qebûlkirin û biryar hat
dayîn ku ji nû ve bê darizandin.
Nûnerê Egîtîm Bîr Senê Bûrak Ercanê ku li Lîseya Anadolûyê ya Cizîra Şirnexê cîgirê midûr bû, di sala 2019'an de dest avêtibû 43 xwendekaran. Der barê Ercan de bi sûcdariya "destavêtinê" û "êrişa zayendî" dozeke din jî hat vekirin.
Di dozê de ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê hat lidarxistin de, 3 sal û 9 meh ceza li Ercan hat birîn. Lê Ercan bi rêya parêzerê xwe di sala 2024'an de îtiraz kir. Dadgeha Edlieya ya Herêmî ya Amedê, di Sibata 2025'an de biryara ji bo Ercan xera kir û biryar da ku doz ji nû ve bê lidarxistin. Danişîna ewil a dozê dê di 15'ê Tîrmehê de bê lidarxistin.
Serlêdana parêzerên mexdûran jî bi îdiaya "mexdûr gilî nekirine" hat redkirin.
'BÛYER TERORÎZE KIRIN'
Rêveberê Egîtîm Sen a Şirnexê Mesût Aslanê ku li heman dibistanê mamostetiyê dike, destnîşan kir ku dengê xwendekaran nehatiye bihîstin û got: "Kesî qîrîna zarokan nebihîst. Xwestin zarokan bitepisînin. Li holê bûyereke travmatîk heye, lê mifetîşên Wezareta Perwerdehiyê di roja 24'an de mudaxil bûn. Egîtîm-Bîr-Senê daxuyaniyek da û bêyî li ser bûyerê bisekine, bûyerê û kesan terorîze kir. Tiştekî wiha afirandin ku bûyer li dijî sendîlaya wan û dewletê operasyon e. Lê xwendekar netirsiyan û gilî kirin."
Aslan bilêv kir ku dozgerê ku lêpirsînê bi rê ve biriye jî helw daye pêşiya giliyan bibire û got: "Piştî 4-5 rojan û min daxwaznameya gilîkirinê radestî midûrê dibistanê kir. Lê midûr ji me re got dozger gotiye 'ji niha û pê ve giliyan nestîne û jê re neyne.' Lê me got tiştekî wiha nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de xwendekarek dest jig iliya xwe berda. Jixwe ya ku bandor li meselê kir jî ev bû. Bavê wê bi qasî nîv saetî hevdîtin bi waliyê wê demê re kiriye û walî jê xwestiye ku dest ji giliyê berde. Ev xwendekar, bûbû şahidê xwendekareke din jî. Ev xwendekar dê li midûriyeta polîsan îfade bida. Lê midûriyeta polîsan telefonî malbatê kiriye û nehiştiye xwendkear îfadeyê bide. Piştî demeke dirêj îdianame hat amadekirin. Lê di vê pêvajoyê de gelek xwendekar ji ber ku baweriya wan bi edaletê nema, dest ji giliyê xwe berdan."
Aslan bilêv kir ku ji ber ku lêpirsîn bi awayekî çalak nehatiye meşandin, pêşî li darizandinê hatiye girtin û got ku hejmara xwendekarên gilî kiribûn 38 hemû lê hemû daxilî darizandina edlî nahetain kirin, tenê 18 xwendekar wekî mexdûr cih girtin. Aslan destnîşan kir ku ji ber ku dozger lêpirsîneke çalak nemeşandiye zarok nehatine parastin û ji ber vê yek bi yek dest ji giliyên xwe berdane.
KIRYAR HAT PARASTIN
Aslan diyar kir ku heya edalet pêk neyê wê bitêkoşin û got: "Bûrak Ercanê dest avêt zarokan ji aliyê Midûrê Perwerdehiyê, midûrên şaxan, Egîtîm-Bîr-Sen, waliyê wê demê, lijneya dîsîplînê ya bilind a Wezareta Pwerdehiyê û dozgerên dosyeyê hatiye parastin. Bila her kes baş zanibe ku kî gefê li zarokên me bixwe em ê bi her awayî wan zarokan biparêzin."
Ercan, di 12'ê Adara 2022'yan de ji bo 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn îtiraz kiribû. Dadgeha Îstinafê ku îtiraza Ercan vekolandibû, ceza erê kiribû. Ercan jî li dijî vê serî li Dadgeha Bilind dabû. Dadgeha Bilind jî ceza erê kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind Ercan hatibû girtin û ew biribûn girtîgehê.
MA / Zeynep Durgut