NAVENDA NÛÇEYAN - Îro di danê sibehê de li navçeya Sîmavê ya Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû.
Îro di danê sibehê de li navçeya Sîmavê ya Kutahyayê erdhej çêbû. Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşên Karesat û Lezgîn (AFAD); erdhej îro serê sibehê saet di 07.21’ê de bi pileya 3.9’ê çêbû. Hat ragihand ku erdhej 6.13 km’an di bin erdê de çêbûye û li bajarên derdorê jî hatiye hîskirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ber serê sibehê saet di 02.45’ê de jî bi pileya 3.9’ê erdhej çêbûbû.