STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê roleke mezin ê Sirri Sureyya Onder heye û got: “Ev xak, xaka mirovên xwedî wijdan e. Mîna Babaîyan û Celaliyan, îro jî ji wê xakê Sirri Sureyya Onder derketiye.”
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder di şeva 15’ê Nîsanê de li mala xwe krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Şîşlî ya Stenbolê. Piştî emeliyeta 12 saetan domiyayî rakirin beşa lênihêrîna awarte û xetereya li ser jiyana wî didome.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû têkildarî rola Sirri Sureyya Onder a di aştiyê de axivî.
Kenanoglû, diyar kir ku çîna rewşenbîr a Tirkiyeyê ji gel qut dijî lê Onder ev rewş serûbin kiriye. Kenanoglû, destnîşan kir ku Onder di nav gel de bû û bi zimanê gel diaxivî û got: “Di gelek bûyeran de weke kesekî xwedî wijdan derket holê. Lewma jî kesên qet nêzî îdeolojiya Sirri Sureyya Onder a sol sosyalîst nebûn jî li dijî wî bi dilgermî nêz bûn. Ji ber ku kesekî xwedî wijdan e. Di hemû pêvajoyan de bi wijdanî nêz bû û li cem mazluman cih girt. Entelektueliya xwe bi zimanê gel ava kir û rê li ber sempatiyeke mezin vekir. Lewma divê em pir mezin xwedî li Sirri Sureyya Onder derkevin.”
‘ROLA ONDER PIR MEZIN E’
Bi domdarî Kenanoglû anî ziman ku tevahiya têkoşîna Onder ji bo avakirina pêşerojeke aştiyene bû û wiha got: “Meseleya aştiyê, ji rêxistin, partî û dewletan wêdetir e. Girîng e ku em bi cîranên xwe re bi aştiyane bijîn, bi heman êşan bigirîn û di cejnan de bi hev re keyfxweş bin. Ev nayê wateya yekperestiyê. Em qala civakeke ku hemû cudahî tên qebûlkirin. Ev yek, di şexsiyeta Sirri Sureyya Onder de teşe girtiye. Ji ber ku hinek pêvajo di şexsê hin kesan de diyar dibin û pêş dikevin. Hevdîtin çêdibin, bi awayekî fermî disekinin. Ev, aliyê pirtûkê ya meseleyê ye. Lê nirxên bi şexsiyetan hatine avakirin pir cuda ne. Lewma jî di mijara civakîkirina aştiyê de roleke model e. Dema birin nexweşxaneyê, vîdeo û gotinên wî li ser medyaya dijîtal hatin belavkirin. Û gelek derdorên cuda van parve dikin. Sirri Sureyya Onder ne tenê dema li ser pêyan, dema li nexweşxaneyê jî vê têkoşînê didomîne. Lewma jî rola Sirri Sureyya Onder mezin e.”
SERHILDANA BABA ÎSHAK Û SIRRI SUREYYA ONDER
Kenanoglû, gotina Abdullah Ocalan a ji bo Onder ku digot; “Nûnerê kevneşopiya Baba Îshak” jî nirxand û wiha pê de çû: “Di hilbijartinên 2023’yan de li Semsûrê bû namzet û got; ‘Ez ji bo Baba Îlyas û Baba Îshak bigehînim hev hatime.’ Ez ji bajarê Baba Îlsyas im. Baba Îlyas, wê demê ji sancaka Amasyayê ye. Bajarê min Tokat jî wê demê girêdayî sancaka Amasyayê bû. Baba Îlyas li wir dijiya. Baba Îshak jî li Semsûrê rêberê civaka Tirkmenan e û xelîfeyê Baba Îlyas e. Têkiliya wan bi hev re heye. Bi hev re li dijî avadaniya hegemonîk a Selçukiyan derketin û li dijî kedxwariya li dijî gel têkoşiyan. Baba Îlsyas ji Amasyayê û Baba Îshak jî ji Semsûrê dest bi têkoşînê kirin. Bi hev re dest pê dikin û li Deşta Maliyeyê gihiştin hev. Li Deşta Maliyeyê li dijî Dewleta Selçûkiyan şer kirin. Selçûkî xwedî artêşeke birêkûpêk bûn û serhildana gel li Deşta Maliyeyê têk birin. Baba Îlyas li Keleha Amasyayê hate qetilkirin ku gora wî niha li gundê Îlyasli yê Amasyayê ye. Anektodeke berxwedana gel bû. Xwedî girîngiyeke dîrokî ye.”
‘ANKETODA DÎROKÎ YA OCALAN PIR GIRÎNG E’
Bi domdarî Kenanoglû ev tişt anî ziman: “Baba Îshak li herêma Semsûrê li dijî zilmê derket, li gel yekitiya mazluman bû û gel birêxistin kir. Tirkmen bû. Mîna Sirri Sureyya Onder. Lê tenê bi Tirkmenan re tevnagere. Hemû mazlumên li Semsûr û derdora wê jî birêxistin dike. Baba Îlyas jî heman tiştan li Amasya, Tokat û Sêwasê dike. Li Yozgatê Bozok hene. Sirri Sureyya Onder jî wida. Weke Tirkmeneke ji Semsûrê berdevkiya hemû mazlumên li xaka xwe kir, bû parçeyeke têkoşîna wan. Lewma ev anektoda dîrokî ya birêz Ocalan pir girîng e.”
‘DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNE’
Kenanoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Dîroka vê xakê, dîroka yekitiya gelan e. Kesên xwedî wijdan li vir dijîn. Mîna Babaî û Celaliyan. Ev xak, xaka piştevaniya xurt a mazluamn e. Îro jî ji wê xakê Sirri Sureyya Onder derketiye. Sirri Sureyya Onder bûye ekolek, neferekê têkoşînê û bûye rêberekî gel. Lewma gelek sûdewer bû û sûdewer e. Hêvîdarin tavilê baş bibe û têkoşîna xwe dîsa bidomîne. Îşala dê di demekî herî kin de baş bibe û têkoşîna xwe dîsa bidomîne.”
MA/ Melîk Çelîk