AMED - Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ku dixwaze li bajar mal bi mal “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” vebêje, armanc dike ku herî kêm bi milyonek û 145 hezar kesan re bên cem hev.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. DEM Partiyê jî piştî banga dîrokî, zend û bend bada û dest bi civînên bi gel re kir. DEM Partî, di vê çarçoveyê de mal bi mal digere û dixwazin bangê civakî bike. Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê jî ji bo vegotina geşedanên heyî û banga dîrokî, di 22’yê Nîsanê de starta kampanyaya “Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gel re dicivin” da destpêkirin. Hedefa kampanyayê ew e ku li bajar bi milyonek û 145 hezar kesan re bên gel hev.
Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer têkildarî kampanyayê ji ajansa me re axivîn.
DÊ BIÇIN SERDANA 275 HEZAR MALBATAN
Abbas Şahîn, diyar kir ku piştgiriya bi banga Abdullah Ocalan re nîşaneya hesreta ji bo aştiyê ye û got: “Di bangê de tê gotin ku divê civaka demokratîk û statuya qanûnî hebe. Me jî di çarçoveya bangê de seferberiya rêxistinkirinê da destpêkirin. Em armanc dikin ku nirxên demokratîk ên civakê jinûve ava bikin. Di vê çarçoveyê de em ê li Amedê biçin serdana 275 hezar malbatan û bi milyonek û 145 hezar kesan re rû bi rû hevdîtinê bikin. Di hevdîtinan de em ê hem pêvajoyê vebêjin hem jî çawaniya avakirina civaka demokratîk û girîngiya pêvajoya guherîn û veguherînê vebêjin.”
‘EM Ê LI DERIYÊ HER KESÎ BIXIN’
Bi domdarî Şahîn, got: “Em ê tenê neçin cem girseya xwe. Em ê li deriyê hemû derdorên civakê bixin. Birêz Abdullah Ocalan digot; ‘Heke ez li derve bûma dê derî bi derî bigeriyam.’ Ev gotin ji me re bûn rêber. Em ê li fikr û pêşniyarên gel jî guhdarî bikin. Dê raporekê amade bikin. Ev xebatekî cuda ye. Em ê li ser yekitî û hevgirtina xwe biaxivin. Aloziyên heta niha hatine afirandin jî dê di vê pêvajoyê de tune bibin. Em ê xebatên xwe hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê bimeşînin. Bi bi sedan komîsyon ava kirine û bi hezaran kes tê de cih digirin. Ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê, em ê vê pêvajoyê bi banga birêz Abdullah Ocalan re bi ser bixin.”
AVAKIRINA MERCÊN XEBATÊ YÊN AZAD
Di berdewamê de Şahîn, ev tişt anî ziman: “Divê her kes cidî nêzî pêvajoya guherîn-veguherînê bibe. Ji bo vê jî divê mercên xebateke azad ên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin. Divê gavên pêwîst zû bên avêtin û bêyî bi demê re vehêlin, di mijara mafê hêviyê, mercên xebateke azad, guhertinên di TMK’ê de, berdana girtiyên nexweş de gav bên avêtin. Guherandina pergala hiqûqê ya heyî dê gelek pirsgirêkan ji holê rake û pêşiya pêvajoyê veke. Ji bo vê jî divê xwedîderketinek li pêvajoyê hebe. Li aliyekî maseyên birêz Ocalan û ya din jî pergal heye. Ya dikeve ser milê me ew e ku em destê birêz Ocalan xurt bikin.”
‘EM Ê PÊVAJOYÊ JI JINAN RE VEBÊJIN’
Gulşen Ozer jî anî ziman ku ji 8’ê Adarê heta Newrozan, xwedîderketineke mezin li banga Abdullah Ocalan Abdullah hebû û got: “Ev pêvajo, hêviyê dide gel. Ji bo wate û girîngiya vê pêvajoyê bêhtir pêşçav bikin, me hemleya rêxistinkirinê da destpêkirin. Bi taybet jî jin, em ê mal bi mal û tax bi tax bigerin, li gel guhdarî bikin û pêvajoyê bi hev re bimeşînin.”
Gulşen Ozer, got ku heta Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe mimkin nîne ku pêvajo bi ser keve û got: “Divê zemîneke hiqûqî yê vê pêvajoyê hebe.”
MA/ Mujdat Can