STENBOL - Dadgeha Destûra Bingehîn, ji bo cezayê disiplînê yê li mamosteyê ku êrişa Tirkiyeyê ya di sala 2018'an de bi armanca dagirkirina Efrînê hatibû kirin protesto kiribû hatibû birîn, biryara "binpêkirina mafê azadiya fikir û ramanê" da.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), ji bo cezayê disiplînê yê li mamosteyê ku êrişa Tirkiyeyê ya di sala 2018'an de bi armanca dagirkirina Efrînê hatibû kirin protesto kiribû hatibû birîn, biryara "binpêkirina mafê azadiya fikir û ramanê" da. Li Antakyaya Hatayê Platforma Ked û Demokrasiyê ku Egîtîm Sen pêkhateyeke wê ye, di 22'yê 2018'an de bi navê "Ji şerê Efrînê re na" daxuyaniyek da. Endamê Egîtîm Senê mamoste G.Ç.T. jî beşdarî daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Hatayê bû. Hat gotin ku peyvên di daxuyaniyê de siyasî ne û partiyekê û serokê wê hedef digirin û ji ber vê îdareyê der barê G.Ç.T. de lêpirsîna disiplînê da destpêkirin.
Di lêpirsîna îdareyê de hat gotin ku "daxuyanî li hemberî serokkomar û lijneya wezîran e û 'hereketê' wekî şerê du dewletan nîşan daye û dibe ku ev yek di warê hiqûqa navneteweyî de bandoreke neyînî li artêşa tirk bike." Di encama lêpirsînê de cezayê "sekinandina bilindkirina qedemeyê" li mamoste G.Ç.T. hat birîn. Li dijî cezayê disiplînnê îtiraz hat kirin û Dadgegha Îdare îtirazê red kir.
Piştî vê biryarê G.Ç.T. serî li AYM'ê da. AYM'ê jî serlêdanê qebûl kir. AYM'ê di biryara xwe de got ku ya hatiye kirin binpêkirina azadiya fikr û ramanê ye û xwest ku 10 hezar TL tazmînat ji bo serlêdêr bê dayîn.
MA / Dîren Yûrtsever