NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd got ku ji bo diyarkirina bernameyeke têkildarî Efrînê bi rêveberiya Şamê re lihev kirine ku civîneke taybet li dar bixin.
Duh, şandeyeke ji rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li nava taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê geriyan. Şande ji Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, serokê komîteya ji hêla desthilata Şamê ve hatiye erkdarkirin ku xalên peymana bi HSD’ê re hatiye îmzekirin pêk bîne Hisên Selame û gerînendeyê kar û barên siyasî yê desthilata Şamê li Helebê Seed Nasan pêk dihat.
Hevserokên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman û Nûrî Şêxo, nûnerên Komîteya Desthilata Şamê ya Helebê Mihemed Ebdulxenî û Masûd Betal bi şandeyê re li nava taxê geriyan û lêkolîn kirin.
Bedran Çiya Kurd li ser malpera xwe naveroka hevdîtin û gerê agahî parve kir. Kurd, wiha got: “Me bi hev re rêbazên berdewamkirina pêkanîna xalên ji peymanê mane nîqaş kirin, naxasim dosyaya girêdayî pevguherîna dîlgirtiyên mayî yên li gel her du aliyan li bajarê Helebê, li kêlek wê jî me mekanîzmayên hevkariya rêveberî di navbera saziyên sivîl ên li her du taxan û Meclisa parêzgeha Helebê de gotûbêj kirin. Di çarçoveya xebata hevbeş de rihetiyek ji bo pêşdeketine bûyî hebû.”
JI BO REWŞA EFRÎNÊ CIVÎNA TAYBET
Çiya Kurd, diyar kir ku wan li ser lidarxistina civîneke taybet ku aliyên têkildar ên hikûmet û Rêveberiya Xweser bicivin li hev kiriye da ku bigihînin planeke xebatê ya zelal ji bo Efrînê. Çiya Kurd got, ew li nava her du taxan geriya û nuqteyên nû hatine çêkirin şopandin û dîtin ku di nava şêniyan de rihetiyek heye.