XARPÊT - Meral Z. ku rastî zext, gef û tundiya sîstematîk a Kadîr Onur Kenter dihat, 14 caran gilî kir lê tevek jî bêencam man. Meral Z. diyar kir ku necezakirin cisaretê dide zilaman û asta tundiyê zêdetir dike.
Ji ber ku mekanîzmayên pêşîlêgirtinê nayên xebitandin, tundiya zilam her ku diçe zêdetir dibe û dibe parçeyeke jiyana rojane. Tiştên Meral Z. a 43 salî ku li Xarpêtê kafeyeke wê heye jiyayî, ji bo nîşandana dorpêça tundiyê ya jin tê de hatine hiştin, tenê mînakek e.
Hevalê Meral Z. ê berê Kadîr Onur Kenter gelek caran ew derb kiriye û gef lê xwariye. Meral Z. jî gelek caran giliyê Kenter kiriye lê tevî van giliyan jî, heke gotin di cih de be ji hêla emniyet, dozgerî, dadgeh û Navenda Pêşîlêgirtin û Şopandina Tundiyê (ŞONÎM) ve terkî mirinê hatiye kirin. Meral Z., ji sala 2023’yan heta niha 14 caran ji ber sûcên “birîndarkirina biqesdî”, “Binpêkirina azadiya kar û xebatê”, “Heqaret” û hwd. li Dozgeriya Xarpêtê gilî kiriye. Lê ji bo van serlêdanan tenê carekê ji bo 3 mehan biryara dûrxistinê, carekê jî ji bo 3 mehan biryara parastvan hatiye dayin. Ji bo serlêdanên “Birîndarkirina biqesdî”, “Heqaret” û “Dijberiya biryara tevdîrê” jî dozgeriyê biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. Meral Z. ku herî dawî di 6’ê Nîsanê de êriş lê hate kirin, di 20’ê Adarê de careke din serî li dozgeriyê da û daxwaza tevdîrên “dûrxistin” û “kelemçeya elektronîk” kir. 1’emîn Dadgeha Malbatê ya Xarpêtê jî di 28’ê Adarê de biryara “tevdîra dûrxistinê bes e” da û daxwaza “kelemçeya elektronîk” red kir. Kenter, di 6’ê Nîsanê de hate mala Meral Z. û hewl da qetil bike. Meral Z. ku ji ber rayedar peywira xwe bi cih nayînin bi mirinê re rû bi rû ye, weke çareseriya dawî tiştên jiyayî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir û alîkarî ji raya giştî xwest.
BIRYARA ‘DÛRXISTINÊ’ BINPÊ KIR
Meral Z. li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal tiştên jiyayî vegot. Meral Z., da zanîn ku ev zêdetirî salek û nîv e Kenter bi awayekî sîstetamîk tundiyê li wê dike û gefan lê dixwe. Meral Z., got: “Di vê pêvajoyê de min 14 serlêdan kirin lê tevek jî bêencam man û tu ceza nehat dayin. Herî dawî jî di 6’ê Nîsanê de biryara ‘dûrxistinê’ binpê kir û hewl da min qetil bike. Min dîsa giliyê wî kir lê bêencam ma. Tevî biryara dûrxistinê jî 10 roj berê hewl da min bikuje. Serê sibehê saet di 05.00’ê de hate û hewl da min bikuje. Di saetên serê sibehê de hat ber deriyê min. Di nava salekê de gelek caran wiha kir. Min jê xwest biçe. Dema min hewl da li polîsan bigerim, telefona min şikand. Piştre hewl da min bixeniqîne. Min xwe ji nav destên wî xelas kir û derketim kolanê û min wisa xwe xelas kir. Ez çûm min rapor stand. Çûm xizmetên civakî. Min dîsa daxwaza kelemçeya elektronîk kir. Çûm emniyetê, jixwe telefona min şikestî bû. Wêneyên telefona min a şikestî kişandin. 2 roj piştre dîsa hat û êrişî min kir. Heqaret kir û gef xwar. Li ser vê yekê ez neçar mam ku li ser medyaya dijîtal parve bikim. Rojek piştî parvekirinê jî hate binçavkirin. Tavilê hate berdan. Li hevalên mê yên hevpar digere û gefan dixwe.
PIŞTÎ HER BIRYARA NEŞOPANDINÊ TUNDÎ ZÊDETIR BÛ
Ez parêzer dixwazim. Dixwazim rêxistinên jinan bibin alîkar. Belkî bi xêra vê tiştek bibe. Piştî parvekirinên li ser medyayê me karî hinek encaman bi dest bixin. Min hemû giliyên xwe ji ŞONÎM’ê re kiribûn û hema hema ji bo tevan digotin ‘li ber piyan negerin.’ Dema roja hewl dayî min bikuje tevî rapora derbkirinê çûm ŞONÎM’ê lê memûrekî li wir ji min re got ‘Bila te jî derî venekira’ û xwe aciz kir. Kesên peywira wan parastina min e, ez di darizandim. Heke dema diçûm wê derê hinek bêhtir xwedî feraset nêz bûbûna û rêyek nîşan dabûna, belkî ev meseleye nehatibûya vê astê. Heke giliyên min kirîn bêceza nemabûna, dê asta tundiyê ewqas zêde nebûya. Bi her biryara neşopandinê re asta tundiyê zêdetir bû û êrişî min kir. Dibêje ‘emniyet ji xwe tiştekî bi min nake’, ‘giliyê min dike lê biryara neşopandinê tê dayin’. Van tevan jî bêhtir cisaret da wî. Ez ditirsim, dema radizêm bifikarim. Bi tirsa ‘gelo dê careke din li derî bixe?’ dijîm. Dema min rewş li ser medyaya dijîtal parve kirî, piştgiriyeke mezin dan min û saziyên jinan xwe gihandin min. Gelek jinên tiştên ez dijîm dijîn hene. Sala ewil ez bi tena serê xwe li qereqolan geriyam. Di wê pêvajoyê de min got bila malbata min nebihîse û xemgîn nebe lewma min hewl da bi tena serê xwe çareser bikim. Divê kesek bêdeng nemîne. Cisaretê ji bêdengiya me digirin.”
MA / Şîlan Şîrvan Çîl