WAN - Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku dewlet û desthilat li ser banga Abdullah Ocalan hê gav neavêtine û got: "Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên."
Zêdeyî mehek di ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin re derbas bû, lê heta niha desthilatê di vî warî de tu gav neavêtiye. Tevgera siyasî ya kurd vê rewşê wekî "derengmayînê" şîrove dike, lê ji bo pêvajo bigihê armanca xwe divê desthilat gavan bavêje. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Wanê Veysî Dîlekçî bang li dewletê kir ku demildest berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Dîlekçî bal kişand ser bandora vê bangê ya li ser civakê û got: "Banga birêz Abdullah Ocalan hem li ser raya giştî ya Tirkiyeyê hem jî li cîhanê bandorek cidî kir. Bangek bi vî rengî li gorî geşedanên li Rojhilata Navînê diqewimin gelekî girîng e. Wekî civak me ev bang wekî 'banga sedsalê' nirxand. Ji ber ku pêwîstiya herî bingehîn a Rojhilata Navînê aştî ye. Ji ber vê bangawaziya birêz Abdullah Ocalan, banga aştiyê ye. Birêz Ocalan ji sala 1993'an û vir ve ji bo çareseriya demokratîk dixebite. Banga di 27'ê Sibatê de kir, bangeke pir cuda ye. Ji 27'ê Sibatê heya niha ji aliyê dewletê ve tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Ji bo her kesî derfetek dîrokî heye. Ji bo demokrasî û azadiyê li Tirkiyeyê firsendeke dîrokî tê jiyîn. Divê şertên bangewaziyê demildest pêk werin."
Dîlekçî da zanîn ku ji bo avakirina atmosfera aştiyê divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê dayîn û got: "Eşkere ye ku birêz Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên jiyanî û mirovî sûdê nagire. Birêz Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navînê aktorekî girîng e. Ji bo birêz Ocalan rola xwe bilîze û ji bo pêbajoya muzakereyê bihêz bimeşe, divê ji bo vê zemînek bê çêkirin. Divê êdî dewlet rola xwe bilîze. Têkildarî pêvajoyê çi dikeve ser milê meclisê, divê meclis bike û divê dawî li binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan tên kirin bê."
Dîlekçî bal kişand ser hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan û got ku di şert û mercên Îmraliyê de destpêkirina vê pêvajoyê ne hêsan e. Dîlekçî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi awayekî bihêz û bi îrade berpirsiyariyên dîrokî hildigire û got ku lewam divê bê şert û merc her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
Dîlekçî bilêv kir ku meseleya kurd meseleyeke qanûnê ye û got ku azadiya gelê kurd tê wateya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Dîlekçî bilêv kir ku ger aştî çênebe dê pêkanînên antîdemokratîk bidomin û got ku divê her kes tişta dikeve ser milê wan bike.