AMED - Ji DBP'ê Berîvan Bahçeciyê bal kişand ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan û got: "Di warê berfirehkirin û civakîkirina banga demokratîk de pêwîst e em rol û mîsyoneke girîng bilîzin. Divê em bi hişmendî û berpirsyariya vê yekê tevbigerin."
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 12'ê Çileya 2025'an de 7êmîn kongreya xwe ya asayî li dar xist û di kongreyê de biryar hat girtin ku li her bajaran komîsyonên jinan bên avakirin û xebatên xweparastinê û kargehên jineolojiyê bên destpêkirin. Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçeciyê têkildarî biryarên hatine girtin û geşedanên di rojevê de axivî.
DÊ KOMÎSYONÊN JINAN BÊN AVAKIRIN
Berîvan Bahçeciyê diyar kir ku ew wekî Meclisa Jinan a DBP'ê xebatên berfireh dimeşînin û got ku armanca wan ew e ku li tevahiya Kurdistanê komîsyonên jinan ava bikin. Berîvan Bahçeciyê diyar kir ku wan ev biryar daye ku li Kurdistanê xwe birêxistin bikin, li dijî kuştina jinan têbikoşin û fikra îdeolojiya jinê belav bikin.
Berîvan Bahçeciyê diyar kir ku wan bi taybetî bajarên ku berê nikaribûn xwe birêxistin bikin û jin lewaz bûn hilbijartibûn û got ku li Mêrdînê binesaziya komîsyona jinan ava kirine û bi taybetî li bajarên wekî Semsûr, Îdir, Agirî dê li her bajarî van komîsyonan ava bikin. Berîvan Bahçeciyê bilêv kir ku ew ê bi armanca xebatên rêxistinkirinê li dijî pergala serdest a 10 hezar salî ya mêr van komîsyonan ava bikin û got ku piştî avakirina komîsyonan ew ê li hemû tax û kolanan rêxistinên jinan ava bikin.
Bêrîvan Bahçeciyê bi bîr xist ku wan wekî meclîsa jinan li hemû bajarên Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet komxebat li dar xistine û got ku di encama lêkolînan de derketiye holê ku polîtîkayên bikaranîna tiryakê, fuhuş, asîmlekirina jinên ciwan û gel, sîxirtî û polîtîkayên tepisandinê hin tespît kirine. Berîvan Bahçeciyê diyar kir ku bi van biryaran biryara xweparastinê dane û got: "Armanca rastîn a xweparastinê rêxistinbûn e. Eger li hemberî êrişan xweparastin nebe, hişmendî nebe, civak an jî kesayet mehkûmî windabûnê ye. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê em ê bi pêngava rêxistinê re xweparastinê pêk bînin."
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN
Berîvan Bahçeciyê bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan û got ku divê ev yek bi tecrîdê û bi çaresernekirina pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk bê nirxandin. Bêrîvan Bahçeciyê diyar kir ku kesê ku jinan qetil dike cezayê wan tê kêmkirin û got ku ev yek ji ber polîtîkayên pergala heyî ye. Berîcan Bahçeciyê destnîşan kir ku êdî jin bêdeng namînin û ji ber xweparastina xwe pêş xistine feraseta mêr a serdest vê yekê qebûl nake û êrişan zêde dike. Berîvan Bahçeciyê got: "Divê jin xwe li her cihî, li her derî bi rêxistin bikin."
BANGA DÎROKÎ Û ROLA JINÊ
Berîvan Bahçeciyê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" axivî û got ku jin xwe di navenda vê bangê de dibînin. Berîvan Bahçeciyê diyar kir ku divê jin di çarçoveya bangawaziyê de xwe bi rêxistin bikin û rol û mîsyona xwe bilîzin. Berîvan Bahçeciyê destnîşan kir ku divê hemû jin ji bo cîhaneke nû û pêvajoyeke nû berpirsyariyê hilgirin ser milê xwe."
Berîvan Bahçeciyê got: "Di warê berfirehkirin û civakîkirina banga demokratîk de pêwîst e em rol û mîsyoneke girîng bilîzin. Divê em bi hişmendî û berpirsyariya vê yekê tevbigerin."
Berîvan Bahçeciyê di dawiya axaftina xwe de got ku dê ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bixebitin.
MA/ Mujdat Can