RIHA - Hevşaredarê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê ji wezîfeyê hat dûrxistin, diyar kir ku qeyûm hemû xizmet dane sekinandin û ji bo ajovaniya serokê AKP'ê yê navçeyê bike kesekî xistiye kar.
Di 4'ê Mijdara 2024'an de qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de bû, hat kirin. Rêveberiya qeyûm xebatên park û baxçeyan ên ku di dema DEM Partiyê de hatibûn destpêkirin rawestandin. 100 darên çinarê ku ji bo li perava berê ya Xelfetiyê bên çandin hatin stendin, hatin avêtin û koncalên ji bo daran hatibûn vekirin jî hatin girtin. Rêveberiya qeyûm, kesekî astengdar jî di nav de 10 kes ji kar derxistin.
QEYÛM HAT XIZMET SEKINÎ
Hevşaredarê Xelfetiyê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin Mehmet Karayilan bertek nîşanî vê yekê da. Karayilan bal kişand ser wê yekê ku di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de enqazek dewr girtine û wiha got: "Me bi deynekî mezin şaredariyê girt. Wêraniyeke mezin pêk hatibû. Me bêhiqûqî û gendeliyên ku berê hatibûn kirin bi raya giştî re parve kir. Dema em hatin şaredariyê, me negot ev deng daye me û ev ne daye, em wis atevngeriyan. Xelfetî, ew navçe ye ku gel bi hev re dijîn. Li gorî paradîgmaya me ye û avahîsazê wê jî birêz Abdullah Ocalan e ku li vir çêbûye. Me ji bxwe re nekir xem ku em ê bi vî deynî çi bikin. Li hemû taxan em bi gel re axivîn û me pirsgirêk tespît kirin. Me bi qasî hêza me têr kir em bûn çare."
Karayilan diyar kir ku projeyên ku beriya qeyûm dane destpêkirin 5 meh in di cî de ne û got: "Ji bo gelê me yê GOgagê li cihekî hênik rûnê û wextê xwe der bas bike me xebata parkan dabû destpêkirin. Lê 5 meh derbas bûne, ev xebat wekî xw emaye. Me ji bo çîmenan gubre anşbû, lê ev gubre hê jî wekî xwe ye. Me Parka Narîn Guranê çêkir. Me gelek tişt kirin, tam me yê tabela daliqanda qeyûm hat. Ew tabela 5 meh in nehatiye daliqandin. Me ji bo gel li perava berê ya Xelfetiyê rûnê 100 darên çinarê stendibûn. Qeyûm hat, şûna daran girt û daran avêt çopê. Me li ser daxwaza gel helw da li Parka 4'ê Nîsanê 4 daşiran çêbike, me dest bi xebatên wan kirç Lê qeyûm hat tu tişt nekir. Me li gelek taxan dest bi bicihkirina kevirên parkeyî kir. Lê roja qeyûm hatiye kevirek jî nehatiye bicihkirin."
Karayulan destnîşan kir ku qeyûm "dijminatiya gel" e û got ku kesên qeyûm girtina jî bûne cihê nîqaşê. Karayilan got: "Kesekî bi navê Cenap Aslan girtiye Midûriyeta Îmarmç Lê ev ciwan di Îmarê de naxebite. Ajovaniya Serokê AKP'ê yê Navçeyê Mehmet Şîmşek dike. Ev tê wateya ku nirxên vê partiyê pêşkêşî partiyekê tê kirin. Ev nayê qebûlkirin. Em vê qbeûl nakin. Em ê feraseta qeyûm teşhîr bikin."
MA / Emrûllah Acar