* Hevşaredarê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê ji wezîfeyê hat dûrxistin, diyar kir ku qeyûm hemû xizmet dane sekinandin û ji bo ajovaniya serokê AKP'ê yê navçeyê bike kesekî xistiye kar.
* Rêveberên Komeleya DADSAZ'ê ya ku li Wanê ji bo pêşxistina wêjeya hiqûqî ya kurdî û belavkirina xebatên xwe yên di warê hiqûqê de li Wanê hatiye avakirin, destnîşan kirin ku ji bo kurdî di warê hiqûqê de pêş bikeve tevkariyê bikin.
* Ji DBP'ê Berîvan Bahçeciyê bal kişand ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan û got: "Di warê berfirehkirin û civakîkirina banga demokratîk de pêwîst e em rol û mîsyoneke girîng bilîzin. Divê em bi hişmendî û berpirsyariya vê yekê tevbigerin."
* Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku dewlet û desthilat li ser banga Abdullah Ocalan hê gav neavêtine û got: "Divê şert û mercên bangê demildest bên dabînkirin."
* MYK’a DEM Partiyê dê li navenda giştî ya partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bicive. (10.00)
* Danişîna ewil a 7 rojnamegerên ji ber beşdarî çalakiya protestokirina qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 21’ê Kanûna 2024’an de ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, dê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)
* Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê dê bi daxwaza “Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin” daxuyaniyê bide. (12.00)
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê li navçeya Menteşe ya Mûglayê di çarçoveya “Hevdîtinên Jinan Ên Di Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de” bi rêxistinên jinan re bicive. (13.00)