NAVENDA NÛÇEYAN -Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da û got: "Em ji welatê xwe re eşkere dikin ku em bi şanaz in ku em ji duh bêtir bi hêvî ne."
DEM Partiyê têkildarî hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan de pêk hat, daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevdîtina ku me bi birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û heyeta wî re pêk anî, di atmosfereke pir erênî, çêker, berhemdar û ji bo pêşerojê hêvîdar derbas bû.
Girîngiya pêvajoya ku em gihîştinê û asta wê hat piştrastkirin û qonaxên di pêş de bi hev re hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku serdemeke ku têde tundî û pevçûn nemîne û qada demokratîk û siyasî were xurtkirin ji bo welat, welatiyên me û herêma me xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Şandeya me û partiya me wê di dema pêş de jî xebatên xwe yên ji bo pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi îrade û baldariyeke xurtir bidomînin. Em ji welatê xwe re eşkere dikin ku em bi şanaz in ku em ji duh bêtir bi hêvî ne.
Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû aliyên siyasî û pêkhateyên civakî dikin ku bi pêşniyar, hişyarî û rexneyên xwe hêza xwe li pêvajoyê zêde kirin e.”