STENBOL - Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de ku di opeasyona li dijî HDK’ê hatibû binçavkirin û piştre hate girtin, hate amadekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 21’ê Gulanê de bê lidarxistin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de polîsan di 18’ê Sibatê de bi ser gelek malan de girtin û 52 kes binçav kirin. Ji binçavkiriyan 30 jê hatin girtin. Yek ji kesên hatibû girtin jî siyasetmedar Ahmet Saymadî bû û îdianameya der heqê Saymadî de hate temamkirin. Îdianame, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate amadekirin û ji hêla 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin.
AXAFTINÊN SER TELEFONÊ YÊN 12 SAL BERÊ WEKE DELÎL NÎŞAN DAN
Dozgeriyê, xwest heta 15 salan cezayê hefsê li Saymadî were birîn. Di îdianameyê de hate gotin ku HDK bi fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin û fermanên Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe şandiye cîbicî kiriye û cih da gotina “Divê tecrîd were rakirin û hewceye muzakereyên Abdullah Ocalan ên bi hikûmetê re bidomin.” Her wiha axaftinên Saymadî yên di dema berxwedana Geziyê de anku 12 sal berê kiribûn jî di îdianameyê de weke “delîl” hatin nîşandan.
Danişîna ewil a Saymadî dê di 21’ê Gulanê de bê lidarxistin.