NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Encama bangê serkeftin e” derket û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Hejmara 277’an a rojnameya Xwebûnê bi maşeta “Encama bangê serkeftin e’ derket. Di vê hejmarê de rojnameyê bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hatibû parvekirin.
Ji nivîskarên rojnameyê Mîdya Mîqdet peymana ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatiye mohrkirin nirxandiye û dibêje ku encama banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di rûpela hevpeyvînê de jî rojnameyê cih daye hevpeyvîna bi Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd re.
Adar Jiyan di rûpela wêje û ziman de bal dikşîne ser girîngiya ziman û zanîna peyvan. Nivîskar H. Halît Alaçati, Felemez Ûlug, Ramazan Olçen û Dr. Rodî Zinar jî di nivîsên vê hefteyê de balê dikişînin ser banga Abdullah Ocalan.
Rojnameyê vê hefteyê di rûpela çandê de cih da nivîsa Siesta Mîlano ya der heqê feylesof Spînoza û peyva “Xweda” yê. Dîroknas Dr.Îsmet Konak jî bi sernavê “”Mîrîya Erdelanî (1169-1867)” behsa Mîrektiya Erdalanan dike.