STENBOL - Parêzer Erkam Erdem ragihand ku Mahîr Polat ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, sewqî Saziya Tipa Edlî hate kirin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mahîr Polat sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hat kirin. Parêzerê Polat, Erkam Erdem li ser hesaba xwe ya X’ê ragihand ku Polat sewqî ATK’ê hatiye kirin.
Polat, di çarçoveya operasyona li dijî ÎBB’ê de di 23’yê Adarê de hate girtin. Polat, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li benda tehliyeyê ye. Parêzerê Polat duh daneyên tansiyonê yên Polat parve kiribû û gotibû ku xetereya li ser jiyana wî didome. Pêr jî Polat gelek caran sewqî nexweşxaneyê hate kirin û hat gotin ku xetereya ku krîza dil û xwin biçe ser mejiyê wî heye.
Nexweşxaneya li Kampusa Girtîgeha Marmarayê çendek roj berê biryar dabû ku Polat sewqî ATK’ê were kirin.