ÊLIH - Birayê yek ji kadroyên pêşengên ên PKK’ê Mahsum Korkmaz, Fehmî Korkmaz diyar kir ku divê dewlet bilezûbez bersiva banga Abdullah Ocalan bide û got: “Em ji bo jiyanake azad û demokratîk biisrar in û aştiyeke birûmet dixwazin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û nîqaşên li ser bangê didomin. Malbatên ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bedelên giran dane jî di vê çarçoveyê de nêrînên xwe parve dikin û dixwazin ku pêvajo bi aştiyê biencam bibe. Malbata yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) ku di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiya ewil a çekdarî pêk anî jî têkildarî pêvajoyê axivî û xwestin dewlet cidî nêzî pêvajoyê bibe.
MALBATEKE JI BO AŞTIYÊ BEDEL DAYÎ
Birayê Mahsum Korkmaz, Fehmî Korkmaz diyar kir ku kekê wî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo malbatê jî pêşengtî kiriye. Korkmaz, bedelên malbata wan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê dane bi bîr xist û got: “Xwişka min Meryem Korkmaz, di îloan 1980’ê de dema tevî Hozan Mizgînê li Êlihê xebatên siyasî dimeşand rastî êrişê hat. Xwişka min li Taxa Aydinlikevlerê hate dorpêçkirin û di encama çalakiya fedaî de jiyana xwe ji dest da. Veysel Korkmaz (Egîdê Biçûk) jî di sala 1991’ê de tev li PKK’ê bû. Di 3’yê Hezîrana 1995’an de li Çiyayê Helqîsê yê navçeya Qebilcewzê tevî 28 hevalan şehîd bû. Bavê min Şehmûz Korkmaz jî di sala 1985’an de birin Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê û piştî îşkenceya 50 rojan jiyana xwe ji dest da. Me tu caran paşvegav neavêt û ruhê Egîd ji me re pêşengtî kir.”
'EM AŞTIYEKE BIRÛMET DIXWAZIN’
Korkmaz, bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêkeke zêdetirî sed sal in didome heye. Ji destpêka komarê heta niha Kurd hatin înkarkirin û xwestin tune bikin. Gelê Kurd sed sal in li ber xwe dide. Tevî hemû êrişan jî gelê Kurd li ber xwe da, ev berxwedan domand û dê ew pêvajoyê birêve bibe. Gel, biisrar e li ser xaka xwe be û jiyaneke demokratîk û azad ava bike. Ji bo vê em aştiyeke birûmet dixwazin. Divê dewlet erk û rola xwe ya ji bo aştiyeke birûmet bilîze û cidî nêzî pêvajoyê bibe.”
'DIVÊ DEWLET GAV BIAVÊJE’
Korkmaz, bal kişand ser gavên divê dewlet biavêje û xetereyên pêvajoyê û axaftina xwe wiha qedand: “Bila kesek hewl nede vî gelî bixapîne. Heke dewlet bibêje ‘çekan berde’, wê demê divê bingeha vê ava bike. Divê tavilê ji gavên pêvajoya aştiyê sabote dike dûr bisekine. Li şûna ku pêvajoyê bi argumanên şerê psîkolojîk bimeşîne, divê gavan biavêje. Divê vê tavilê bike. Ji ber ku pêvajoyên aştiyê ji provokasyonan re vekirî ne. Çiqas zû gavan biavêjin ewqas dê baş bibe.”
MA / Fethî Balaman