Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin

  • rojane
  • 09:01 7 Nîsan 2025
  • |

ÊLIH - Abdullah Ruzgar ku 2 roj piştî banga Abdullah Ocalan hate berdan, diyar kir ku girtiyan banga dîrokî ji dil û can qebûl kirine. Ruzgar, got: “Divê em bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin û bi dewletê gav bidin avêtin.” 

Abdullah Ruzgar di sala 1994’an de li Êlihê hate binçavkirin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê lê hate birîn. Ruzgar ku cezayê 30 salan temam kir, ji ber du cezayên disiplînê 31 salan de girtîgehê de ma. Ruzgar, di van 31 salan de li girtîgehên Êlih, Amed û girtîgehên Bartinê hate ragirtin. Ruzgar ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kandirayê dihat ragirtin û li wir 22 salan ma, 2 roj piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anku di 29’ê Sibatê de hate berdan.  Ruzgar, di 25 saliya xwe de kete girtîgehê û di 56 saliya xwe de derket. 
 
Ruzgar, anî ziman ku dema vegeriyayî Êlihê dîtiye ku bajar mezin bûye û mala wan a kerpîçan jî guheriye. Ruzgar, got ku dema zarok dîtî, mala zarokatiya wî lê derbas bûye hatiye bîra wî û got: “Nikarim hestên xwe vebêjim.” 
 
Bi domdarî Ruzgar anî ziman ku salên hatibû girtin “salên serhildanê” bûn û wiha pê de çû: “Li hinek deverên Kurdistanê Hîzbulkontra û JÎTEM hebûn. Xelkê me dikuştin. Wê demê mamê min û pismamê min jî hatin kuştin. Mehek piştre jî hatim girtin. Wê demê her kesên xwedî wijdan tev li şoreşê dibû. Lewma ji destpêka partiyê heta niha malbata min di nav şoreşê de cih girt. Heta welatê me azad dibe jî dê wiha be. Wê demê hin kes bi hestên xwe tev li bûn lê ya me ne wisa bû. Me partî baş nas dikir. Hem zilm li me dihat kirin hem jî nasnameya me nedihat qebûlkirin. Cihgirtina di nava şoreşê de peywira me bû.” 
 
'MÎRATEYA ZINDANÊ YA 1980’AN JI BO ME BÛ HÊZ’ 
 
Di berdewamê de Ruzgar destnîşan kir ku tecrûbeya wî ya li girtîgehê di wî de guherîn û veguherîn çêkiriye û got: “Nêrîna me hinek biçûk lê mezin bû. An jî tu bibêjî ‘tiştekî binirxîne’ ez dikarim niha baştir binirxînim. Tu di nava gel de dikarî bêhtir tiştan bibêjî. Vê pêşketina di girtîgehê de ez li ser pêyan hiştim. Jixwe têkoşîna zindanan di sala 1980’ê de dest pê kir. Di esasê xwe de ew mîrateya me ye. Ew mîrate ji bo me bû hêzeke mezin.” 
 
Ruzgar, bal kişand ser têkiliyên xurt ên rêhevaltiyê yên li girtîgehê û ev tişt anî ziman: “Piştî ji girtîgehê derketim, hişê min her li ser hevalên girtî ne. Ev hest nayê vegotin.”
 
'GIRTÎGEHAN BANG JI DIL Û CAN PÊŞWAZÎ KIRIN’ 
 
Ruzgar, da zanîn ku ji bo tehliyeya wî 2 roj mabûn ku Abdullah Ocalan banga dîrokî kiriye û ev tişt anî ziman: “Em li bendê bûn ku Rêbertî tiştekî wiha bibêje. Heta me digot; ‘Dê Rêbertî tiştekî wisa bibêje ku her kes dê mat bibe.’ Ji ber ku Serokatî her tim wiha dike. Hevalên me ji bo vê amade bûn.  Heval, pêvajoyê esas digirin. Banga Serok ji dil û can qebûl kirin. Me tenê tiştek got; divê em li derve gelê xwe bêhtir birêxistin bikin û pêvajoyê vebêjin. Şoreşa esasî niha dest pê dike. Heke em di vê pêvajoyê de gel birêxistin bikin, bi gel re parve bikin, dê dewlet mecbûr bimîne ku gavan biavêje. Dewlet her carê hewl dide lîstikan bilîze. Serok, ji bo gelê Newroz pêşwazî kirî silav şandibû. Di esasê xwe de ev ji dewletê re bersivek bû. Heke em niha xwedî li pêvajoyê derkevin û bibin yek, dê dewlet zû gavan biavêje.” 
 
Ruzgar, daxuyand ku heke Kurd bibin yek dê bikarin bi dewletê gavan bidin avêtin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi saya têkoşîna gelê Kurd dewlet neçarî vê bû û Kurd qebûl kir. Dîsa bi mezinkirina têkoşînê em ê bikarin bi dewletê gav bidin avêtin. Divê gelê me di vê pêvajoyê de yek be. Têkoşîn ji bo me jiyanî ye, serkeftin a me ye.” 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel 
 

Sernavên din

16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê
13:11 Tarik Taş hat veşartin
12:28 Meşvanên Amarayê Mûstafa Dag bibîr anîn
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin