Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe

img

ÎZMÎR – Selma Altan ji Gumuşhaneyî ye û diyar kir ku ji salên 90 'î vir ve tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibe û agirê Newrozê wek sembola azadiyê ye pênase dike. 

Agirê destpêkê yê Newroza 2025'an di 12'ê Adarê de li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin. Dirûşmên îsal ên pîrozbahiyên ku wê heta 23'ê Adarê dewam bikin ev in: ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Newroza Civaka Demokratîk a Ji bo Azadiyê’. Bi milyonan xwe amade dikin ku îsal jî qadên Newrozê dagirin.
 
Selma Altan (76) a ji Îzmîrê dijî, tenê yek ji wan kesan e ku ji ber pîrozbahiyên Newrozê bi heyecan e. Selman Altan şahidî ji pîrozbahiyên Newrozên salên 90 'î kiriye û bi salan e tevlî hemû pîrozbahiyan dibe. Di emrê zarokatiyê de li Erzînganê tevlî Newrozê bû û piştî salên 1990 'î li bajarên cûda tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibe.
 
EFSANEYA KAWAYÊ HESINKAR 
 
Selma Altan diyar kir ku bi beşdariya li pîrozbahiyên biharê yên li Erzînganê re tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûye û dema li zanîngehê dixwend fikra sosyalîzmê nas kiriye û efsaneya Kawayê Hesinkar hîn bûye wiha got: "Min çîroka Newrozê ji hevalên xwe yên zanîngehê guhdarî kir. Min di kovara bi navê 'Dengê Kawa' de çîroka Newrozê xwend. Şerê Kawayê Hesinkar ê li dijî Dehak çîrokeke ku ez gelekî jê hez dikim. Ev çîrok bi biharê re dibe yek. Kurdan ev çîrok bi biharê re gelekî baş kirine yek û Kurd vê rojê weke roja azadiyê pêşwazî dikin. Piştre di salên 90 'î de min tevgera azadiyê ya Kurd nas kir. Li gel tevgera Kurd, Newroz polîtîk bû. Piştre min hewl da her sal li bajarekî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibim. Ji ber ku dizanim bi dostên xwe yên Kurd ên hatin wê qadê re min kêfxweş dike."
 
‘DEWLET DIJMINAHIYA RENGAN DIKE’
 
Selma Altan der heqê qedexekirina Newrozên salên 1990'î de destnîşan kir ku li Îzmîrê jî qedexeyên bi heman rengî hatine jiyîn û wiha got: "Mijara ku di salên dawî de di bûyerên Newrozê yên li Îzmîrê de herî zêde bala min kişand ew e ku mirovên dadikevin qadê rastî lêgerîneke tund tên. Rengên zer, sor û kesk ji bo kurdan rengên pir girîng in. Ev rengên ku sembola tevgera azadiya Kurd in. Mixabin dewlet dijminahiya van rengan dike. Ez fêm nakim çima dewlet ji rengên ku sembola çandekê ye ditirse."
 
JINEKE SOSYALÎST
 
Selma Altan diyar kir ku ew kesek sosyalîst e û piştgiriyê dide têkoşîna Kurdan wiha got: "Min çîroka Kawayê Hesinkar bi malbata xwe re parve kir. Biraziyekî min heye ku li Berkeleya Amerîkayê dijî. Vê çîrokê gelekî bala wê kişand û rojekê got, 'Gelo ez dikarim der barê Xaltîka Newrozê de hin agahiyan werbigirim?' Min çîroka Kawa jê re şand. Çû şaredariya ku lê dijî û çîrok vegot. Vê çîrokê bala mirovên li wir kişand. Dema wan li Berkeleyê Newroz pîroz dikirin, Newroz li Tirkiyeyê qedexe bû."
 
'AGIRÊ NEWROZÊ SEMBOLA AZADIYÊ YE'
 
Selma Altan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema diçim Newrozê bi hesteke mezin vedigerim malê. Ji ber ku ew agir sembola azadiyê ye. Ez dixwazim beşdarî Newroza Amedê bibim. Qadên Newrozê qadên ku dengê azadiyê herî zêde lê deng vedide. Bi pêşketinên dawî re yek ji mijarên ku herî zêde meraq dikim ew e ku Newroza îsal wê çawa biçe. Di salên dawî de kesên ji îdeolojiyên cuda jî beşdarî Newrozê dibin. Ev yek ji pêwîstiya yekîtî û hevgirtinê derdikeve holê. Rojên bi vî rengî li dijî rejîmeke faşîst xwedî girîngiyeke mezin e. Ev jî rojên ku daxwaz bi dengekî bilindtir tên bilêvkirin. Ji ber vê yekê beşên cuda yên civakê zêdetir girîngiyê didin Newrozê."
 

Sernavên din

27/03/2025
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e