Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn

MÊRDÎN - Rahşan Demîrel ku di Newrozê de bedena xwe şewitandibû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayika Rahşan Demîrelê Emîne Demîrel di bîranînê de axivî û got: “Ew ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyan û serî netewandin.” 

Dewleta Tirk li dijî pîrozbahiyên Newrozê yên li Şirnex, Cizîr û Nisêbîn a Mêrdînê yên sala 1992’yan êriş pêk anî û komkujiyên mezin kir. Rahşan Demîrel ku li dijî van komkujiyan li Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe şewitand, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser gora xwe hate bibîranîn. 
 
Nûnertiyên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, malbata Rahşan Demîrel û gelek welatî tev li merasîma bîranînê bûn. Girseya ku di têketina Goristana Hecaceyê ya li navçeya Nisêbînê hate gel hev, dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û heta gora Rahşan Demîrelê meşiyan. 
 
‘KURDAN LI BER ZILMÊ SERÎ NETEWANDIN’ 
 
Girseyê ji ewil çîçek danîn ser gora Rahşan Demîrel û piştre jî dayika wê Emîne Demîrel axivî. Emîne Demîrel, diyar kir ku keça wê xwe ji bo gelê Kurd û jinên Kurd feda kiriye û ev tişt anî ziman: “Beriya çalakiya xwe gelek caran dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir. Xwedê emrekî dirêj bi nesîbê Serokê me bike da ku vî gelî rizgar bike. Dema Rahşanan, Mazluman, lehengan, dema we tevan canê xwe dida we got ‘Bijî Serok Apo’. We tevan got ‘Bijî azadî’. Li dijî Kurdan zilm û komkujiyên gelek mezin hatin kirin. Têkoşiyan û serî netewandin. Xwe avêtin bin panzeran, singê xwe dan dîwarên zindanan, girtîgeh veguherandin kelehên berxwedanê. Serî netewandin. Ez jineke Kurd im. Ez siyasetmedar nînim, oldar im, birîndar im. Ez jinek im ku ji dilê min xwîn diherike. Dema dibêjin Newroz, mîna volkanan dikelim.”
 
‘EM Ê BI HEV RE BI DESTÊ OCALAN BIGIRIN’ 
 
Bi domdarî Emîne Demîrel anî ziman ku ji bo gelê Kurd sedsalek li paş maye lê sedsaleke nû dest pê dike û wiha got: “Rêbertiya me di vê sedsalê de destê xwe bilind kir û aştî ragihand. Erk û berpirsyartiyek xist ser milê Kurdan. Ez bangî malbatên ku tu kesî qîmet nedayê, tu kesî bi qedrê wan nezanî, yên li ber deriyên girtîgehan sekinîn û dema cenazeyên xwe defin dikirin digotin ‘Bijî Serok Apo’ dikim; bibin yek, peywira me mezin e û biqîmet e. Îro, roja man û nemanê ye. Aqilê xwe bînin serê xwe û baş bixwînin. Dev ji hesabên biçûk berdin. Îro, roja man û nemanê ya Kurdan e. Em ê bi hev re bi destê Apo (Abdullah Ocalan) bigirin û mîna stûneke ji pola bilind bikin. Em ê hêzê bidin ku bikare azadiyê bîne û dinya qedrê wî bizane. Qewet, ji yekitiyê dibe.” 
 
'EM DESTÊ SEROK XURT BIKIN’
 
Emîne Demîrel, bang li gelan kir û wiha pê de çû: “Azadiya Serok ji bo hemûyan derman e. Mîna ku 40 salan mirov birîndarekî derman bike, muayene bike û dîsa rake ser pêyan e. Tê wateya rakirina ser pêyan a gelê bindest e. Ev, felsefeya wî ye. Êdî dema me hat, rûpelên dîrokê ji bo me vebûn. Werin em bi hev re destê Serok Apo xurt bikin.” 
 
GOTINÊN RAHŞANÊ BI BÎR XIST
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nilûfer Elîk Yilmaz jî destnîşan kir ku ew ê bibin şopdarên kesên bedenên xwe veguherandin agirê Newrozê û da zanîn ku dê heta dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî gotina Rahşan Demîrel a dawî ku li dijî gotina Îsmet Sezgîn a “Em ê nehêlin agirê Newrozê were vêxistin” digot “Agirê Newrozê dê her hil be. Dê agirê Newrozê ne bi lastîkan, bi bedenên me gur bibe.” Bi bîr xist. Bêrîtan Guneş Altin, anî ziman ku rêhevalên Rahşan Demîrel îro li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê agirê Newrozê vêdixin. 
 
 

Sernavên din

27/03/2025
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e