CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin

ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re daxuyanî da û da zanîn ku partiya wan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd paketeke demokratîkbûnê amade dike. Ozel, anî ziman ku ew ê ji bo  çareseriyê hewl bidin û hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin.  

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin, bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtin kirin. Hevdîtin, li Navenda Giştî ya CHP’ê hat lidarxistin. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke, Cîgirê Serokê Giştî Gokçe Gokçen, Cîgirê Serokê Giştî yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Ensar Aytekîn ve hate pêşwazîkirin.
 
DEM Partiyî, piştre jî derketin qada Ozel lê rûdine. Ozel, DEM Partiyî li pêşiya eywana civînan pêşwazî kir. Piştî silavdayinê jî civîn dest pê kir. Piştî civînê, daxuyaniya hevpar hat dayin. 
 
 
BALKIŞAND SER REWŞA ‘BÊPEVÇÛNIYÊ’ 
 
Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniyê de got: “Me îro hevdîtinên gelek baş kirin. Me hem geşedanên li Tirkiyeyê hem jî komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê nirxandin. Me, têkildarî banga birêz Abdullah Ocalan de agahdar kirin û çendek rêzehevdîtin dan destpêkirin. Dê hevdîtinên me bidomin.” 
 
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku piştî banga Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinan kirine û wiha domand: “Ji 1’ê Cotmehê heta niha wekî birêz Bahçelî jî di civîna koma xwe de gotibû; têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û çekberdana PKK’ê pêvajoyên diyalogê hebûn. Di van pêvajoyên diyalogê de rûpeleke nû vebû. Ev rûpel, bi banga Îmraliyê vebû. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re rûpeleke nû vebû. Mijara esasî ya bangê ew e ku pirsgirêka Kurd ji çarçoveya pevçûn û tundiyê were derxistin û li ser zemîneke qanûnî, siyasî û demokratîk were çareserkirin. Muxatabê vê bangê li rexekî rêxistina birêz Ocalan e, li rexekî hemû dînamîkên siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê, li rexekî îktîdar û muxalefet jî di nav de hemû partiyên siyasî û di heman demê de dewlet bi xwe ye. Bi taybet jî ji bo ev pêvajo derbasî zemîneke qanûnî û hiqûqî bibe, bêguman girîng e ku hinek şert û merc bên avakirin. Em bi birêz Ozel û şandeya pê re li ser van mijaran şêwirîn. Dixwazim destnîşan bikim bê ka di vê pêvajoyê de rola parlamentoyê ji bo aştiya civakî çiqasî mezin e. Ji bo xurtkirina zemîna vê bangê, gelek girîng e ku pêvajoya bêpevçûniyê dest pê bike. Birêz Ocalan, banga xwefesihkirinê li PKK’ê kir. PKK’ê jî bersiveke erênî da. Bi avakirina şert û mercan re dê bikarin kongreya xwe bicivînin û agahî dan ku dê têkildarî mijarê pêvajoyê bidin destpêkirin. Dixwazim bi taybet jî li ser pêvajoya bêpevçûniyê bisekinim. Ji ber ku ji bo pêvajoya xwefesihkirinê çêbibe, divê zemîna vê veguherîna demokratîk bi xurt were amadekirin.” 
 
'DIVÊ BI TU AWAYÎ NEYÊ PÛÇKIRIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Destpêkirina pêvajoya bêpevçûnê girîng e. Mijara duyemîn, di serî de ev hevdîtin gavê ku ji vir û şûnde dê li ser zemîna parlamentoyê bên avêtin in. Anku di vê pêvajoyê de gelek girîng e ku qanûnîbûn dest pê bike. Hevdîtinên behsa xeberê yên ez qala wan dikim di hundirê vê de ne. Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê zemîna veguherîna demokratîk baş were amadekirin. Di serî de partiya muxalefetê ya sereke, peyamên erênî yên muxalefetê yên heta niha hatine dayin gelek biqîmet in. Ev pêvajo, pêvajoyeke gelek girîng e. Hewceye pêvajoya aştiyê, ev hewldane bi tu awayî neyên pûçkirin. Ev yek gelek biqîmet e. Lewma, divê hemû derdor xwedî lê derkevin. Di vê mijarê de erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê îktîdar û dewletê.” 
 
Tulay Hatîmogûllari, piştgiriya wan a bi bangê re bi bîr xist û wiha pê de çû: “Di hevdîtina îro de ji me re hate gotin ku CHP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amadekariya paketeke demokratîkbûnê dike. Ev, xebateke gelek biqîmet e û ji bo amadekariyan careke din spasiya wan dikim. Ev gelek girîng e. Ev serdem, ew serdemeke ku divê meclis, siyaset û hemû zemînên demokratîk înîsiyatîfê li xwe bigirin.” 
 
Tulay Hatîmogûllari, herî dawî jî bertek nîşanî komkujiyên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin, da. 
 
‘PEYWIR EW E KU JÊ RE SÛDEWER BÎ’
 
Piştre jî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel axivî. Ozel, got: “Komên me ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, raye ji gel xwestin. Gel jî rayeya xwe bi vî rengî da. Heke pêvajoya şer were terikandin, heke rêxistin çekên xwe berde, heke xwe hilweşîne, heke dayik êdî negirîn, heke êdî şehîd neyên, heke êdî dayikên Kurd û Tirkan negirîn, heke xwîn êdî nerije, heke êdî zarok êtîm nemînin, peywira gel daye me jî ew e ku mirov ji bo vê pêvajoyê alîkar be.” 
 
'JI BO WERE ÇARESERKIRIN EM Ê HEWL BIDIN’ 
 
Bi domdarî Ozel, ev tişt anî ziman: “Jixwe heke bibî  parlamenter, heke rayeyê ji gel bigirî û çi dibe bila bibî li dijî pêvajoyeke wiha derkevî, wê demê tu ji bo rijandina xwînê û barandina hêsiran dibêjî; ‘tu çareseriyên min nînin, ez li wir nînim.’ Em ne mirovên vê siyasetê ne. Di mijara pirsgirêka Kurd de em xwedî helwesteke çêker in. Ji bo çareserkirina wê em ê hewl bidin. Zemîn ku dere? Zemîn, parlamento ye. Di vê mijarê de di civîna komê ya hefteya din de min bang li birêz Nûman Kurtulmuş kir ku înîsiyatîfê li xwe bigire. Ez dixwazin dîsa dubare bikim. 
 
DIVÊ QANÛN BÊN SERERASTKIRIN 
 
Dema li parlamentoyê di vê mijarê de xebat hatin destpêkirin, em ê peywira xwe bicih bînin û peywira gel daye me bicih bînin. Em ê vê yekê bi muxatabên xwe yên din ên li parlamentoyê re parve bikin. Hedefa me hem Kurd in hem Tirk in hem Elewî ne hem Sunî ne.. hedefa me civakeke azad û demokratîk a ku hemû etnîk nasname an jî bawerî xwe de wekhev dibînin e. Ji bo vê jî divê tevahiya sererastkirinên qanûnan bên kirin. Hewceye di vê mijarê de mirov meseleyê bike du beş. Ya yekemîn, sererastkirinên qanûnî yên nû yên kêmasî tê de hene. Ya duyemîn jî, bi adilane û demokratîk cîbicîkirina qanûnên heyî ye. Hewceye di vê mijarê de bi biryardarî gav bên avêtin. Ev yek dê bi xêra tevahiya Tirkiyeyê be. Heke em vî karî ji hedefên siyasî yên partiyeke siyasî re bihêlin, em tevek dê winda bikin.”
 
'HEKE EM LI DERVE BÊN HIŞTIN DÊ TIRKYE WINDA BIKE’ 
 
Ozel, anî ziman ku di pêvajoya 2013-2015’an de muxalefet li derveyî pêvajoyê hatiye hiştin û wiha got: “Naxwazim roja îro neyînî bikim lê îktîdar bi taybet jî AKP hewl dide CHP’ê li derve bihêle û bi bêqîmetkirina fikrên wê rêya xwe bidomîne. Ez li vir careke din hişyariyê didim, em ê winda bikin, dê Tirkiye winda bike. Heke pêvajoya 2013-2015’an wekî dihat xwestin bihata birêvebirin, ji wê rojê heta niha dê hêsirên dayikan û xwîn nerijîbûya... Lewma divê ji berê ders bên girtin. Lêgerîneke çareseriyê ya li derveyî zemîna TBMM’ê dê rast nebe.” 
 
PAKET: DÊ MÊ BÊHTIR PÊŞDE BIBE
 
Ozel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Paketek a me ya demokratîkbûnê heye ku em li ser 7-8 serenav û mijarên esasî dixebitin, gelek qanûnan û ji zêdetirî 20 beşan de em xebatê dimeşînin. Heke ev paket bikeve meriyetê, dê di mijara meseleya Kurd de pêşketinên gelek mezin çêbibin. Bi taybet jî dê îmaja Tirkiyeyê ya li cîhanê biguhere, ji bo aboriyê gelek sûdewer be û îndeksa me ya heyî gelek pêşde bibe... Wê demê dê tu kes ji vê pêşketinê mehrûm nemîne. Lê heke were redkirin û neyê cîbicîkirin, dê çareserî pêkan nebe. Ji ber ku tu çareseriyên demokratîkbûnê di hundirê xwe de nehewînin, dê nebin çareseriyên mayinde. Dê li Tirkiyeyê tu kes xêra vê nebîne. 
 
Heke em ji vê pêvajoyê bên dûrxistin, heke pêvajo bê têkbirin û heke ev pirsgirêk di vê serdemê de neyê çareserkirin; dê AKP weke partiya ku ji bo berjewendiyên xwe yên partiyê ev pêvajo têkbirî di rûpelên dîrokê de cih bigire. Dê Tirkiye li pêşiya xwe binêre. Li şûna ku li benda pêvajoya Tirkiye li pêşiya xwe dinêre bisekinin, divê em tevek xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Ji bo vê jî sê pêşniyarên me hene; demokrasî, demokrasî û domokrasî. Ji bilî vê tu pêşniyarên me nînin.” 
 
BERSIVA HSD’Ê: MUXATAB EM NÎNIN 
 
Piştre jî pirsên rojnamegeran hatin bersivandin. Ji bo pirsa “Gelo banga Abdullah Ocalan ji bo HSD’ê jî derbasdar e yan na?”, Tuncer Bakirhan ev bersiv da: “Jixwe em nikarin bibin muxatabê meseleya têkildarî HSD’ê de. HSD li Sûriyeyê hatiye avakirin û di nava hevkêşeya Sûriyeyê de ye. Rêveberiyeke nêzî 12 sal in bi gel û baweriyên din re hatiye avakirin heye. Lewma jî DEM Partî nikare di mijara çekberdana HSD’ê de tiştekî bibêje. Jixwe di bangê de pir zelal e bê ka bang ji bo kê hatiye kirin. Lewma jî ev pirs girîng in lê ya herî girîng ew e ku mîna birêz Ozel jî got, mirov nîqaşê li ser vê pêvajoya ku dê dawî li mirinan bîne bisekine. HSD dikare têkildarî xwe biryaran bide ku xwe weke avadaniyeke siyasî ya serbixwed dinirxîne. Lewma tiştekî rast nîne em der heqê wan de nirxandinekê bikin.”  
 
 

Sernavên din

23/03/2025
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin