ANHA 12 salî ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera 12’yemîn a damezirandina Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di 1’ê Adara 2013’yan de, rêveberiya ajansê daxuyaniyek da û got: "Em ê xebatên xwe yên ji bo bilindkirina rola çapemeniya azad û pêşxistina berdewam a rêbazên ragihandinê bidomînin."

Bi boneya salvegera 12’yemîn a damezirandina Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), rêveberiya ajansê daxuyaniyek. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ajansa Nûçeyan a Hawarê ji destpêka damezirandina xwe ve bûye parçeyekî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ajansa Nûçeyan a Hawarê ne tenê navgîna ragihandina nûçeyan bû, di heman demê de parçeyekî bingehîn ê têkoşîna ji bo avakirina civakeke li ser bingeha dadmendî û wekheviyê bû. Di vê çarçoveyê de em balê dikişînin ser girîngiya rola ajansê di şopandina pirsgirêkên azadiya jinan, ber wiha piştgiriya mafên ciwanan de. Li gorî ajansa me mafê kesane yên derbirînê û beşdariyê, bingeha sereke ya avakirina civaka demokratîk û azad e.
 
Ajansa Nûçeyan a Hawarê her wiha pabendî parastina jîngehê bûye. Em wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê di wê baweriyê de ne ku xebatên hişyarkirina civakê der barê parastina jîngehê de beşeke bingehîn a peyama me ya ragihandinê ye.
 
Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi demê re, karî tora ragihandinê ya bihêz pêş bixe û ji bo vê armancê xebitî: ragihandina rastiyan bi zelalî, bêyî manîpulasyon û sextekariyê. Em di wê baweriyê de ne ku divê çapemenî bibe dengê bindestan û amûreke bibandor ji bo belavkirina rastiyê û pêşxistina hişmendiya civakî û siyasî.
 
Ev rêwîtî bi dijwarî û zehmetiyan derbas bû, ajansa me di wê rêwîtiyê de gelek berdêl dan. Gelek xebatkarên me yên qehreman ji bo ku rastiyan ji cîhanê re ragihînin, şehîd bûn. Di 12’yê Cotmeha 2017’an di dema şopandina rizgarkirina sivîlan ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de, hevrêyên me Dilîşan Îbiş, Rizgar Deniz û Hogir Mihammed şehîd bûn. Her wiha hevrêyê me Saad Ehmed di 13’yê Cotmeha 2019’an de dema karwanê sivîlan ê ku çûbû bajarê Serêkaniyê dişopand, şehîd bû. Her wiha hevrêyê me Îsam Ebdullah şeva 19’ê Mijdara 2022’yan di êrişa artêşa Tirk a dagirker a bi balafirên şer a li dijî gundê Teqil Beqil ê bajarê Dêrikê de şehîd bû. Hevrêya me Cîhan Bilgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de di encama êrişa balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.
 
Fedakariya hevrêyên me ji bo me bû handaneke xurt ku em tevî hemû zehmetiyan jî rastiyê ragihînin.
 
Di vê boneya dîrokî de, em spasiyên xwe arasteyî hemû şopînerên xwe dikin, ew ên ku bûne hevparên vê rêwîtiya ragihandinê. Her wiha hemû kesên ku di pêvajoyên cuda yên pêşketina wê de piştgirî da ajansa me, bi taybetî şehîd Seyîd Evren ku di encama krîza dil de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû û şehîd Ezîz Koyluoglu ku di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Em ê xebatên xwe yên ji bo bilindkirina rola çapemeniya azad û pêşxistina berdewam a rêbazên ragihandinê bidomînin, bi awayekî ku ji bo avakirina civakeke exlaqî, siyasî û demokratîk li ser bingeha azadiya jinan, parastina jîngehê û rêzgirtina ji mafên mirovan re bibe alîkar.
 
Di dawiyê de, em tekez dikin ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê dê ji bo ragihandina rastiyê her dem di rêzên herî pêş ên têkoşînê de be, dê bi awayekî bibandor beşdarî avakirina civakê bibe, civakeke demokratîk, azad û dadperwer ku rêzê li cihêrengiya xwe ya çandî bigire, mafên jin û ciwanan bi pêş bixe û ji bo parastina jîngehê û misogerkirina siberojeke mayînde ji bo nifşên nû yên Sûriyeyê."

Sernavên din

07/03/2025
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!
15:42 MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek
15:26 Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir
14:55 Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hate tehliyekirin
14:20 TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin
13:37 HPG: Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
13:22 Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin
13:21 Danîşîna doza Baroya Stenbolê dest pê kir
13:12 Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin
13:07 ÎSÎG: Di Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:47 GUNSÎAD: Divê gav bên avêtin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Êdî gotin têr nake, dema pratîkê ye
12:17 Rapora DFG’ê ya meha Sibatê: Rojnamegerek hat qetilkirin û 8 jî hatin girtin
11:45 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:17 Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin
11:14 Hunermendan piştgirî dan bangê: Em amade ne erka xwe pêk bînin
11:02 ‘Heke derdorên cuda înîsiyatîfê bigirin dê pêvajo bêhtir mayinde be’
10:36 MKG dê name û pirtûan ji rojnamegerên jin ên girtî re bişîne
10:33 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavan biavêje û agirbestê ragihîne
10:29 'Divê di pêvajoya muzakereyan de jin hebin'
09:58 Jiyanek bi têkoşînê kemilandî: Huznugul Kalkan
09:54 Jody Williams: Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzetekî girîng e
09:40 Di banga dîrokî de 10 rojên krîtîk: Gelo dê dewlet gavan biavêje?
09:38 Welatiyên Wanê: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne
09:06 Nivîskar Devecîoglû: Divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin
09:05 Jinên Amedî: Ji bo azadiyê divê têkoşîn bê xurtkirin
09:04 Dixwaze hevalê xwe yê zarokatiyê Abdullah Ocalan li Amarayê bibîne
09:03 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê amadekarî divên