Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye

HEWLÊR -  Li Herêma Federe ya Kurdistanê her kes li benda peyama Îmraliyê ye. Pirsa pêşmergeyeke berê ya “Gelo piştî 26 salan em ê Serok bibînin?” nîşaneya bandora peyameke bidîmen a Abdullah Ocalan e.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di navbera 16-19’ê Sibatê de li Herêma Federe ya Kurdistanê bi gelek rayedarên herêmê re hevdîtin kir. Têkildarî serdanên şandeyê ku endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder jî di nav de bû, agahiyên bisînor bi raya giştî re hatin parvekirin. Di serdanan de silavên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo nûnerên partiyan û peyamên hatine dayin hatin parvekirin. Her wiha hate ragihandin ku yekitiya neteweyî, pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina destkeftiyan bûne mijara hevdîtinan. Di heman demê de hate destnîşankirin ku nûnerên partiyan gotine ku ew piştgiriyê didin pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ku Abdullah Ocalan pêş xistiye. 
 
Lê belê têkildarî hûrgiliyên hevdîtinan ku raya giştî mereq dike, ne şandeyê ne jî kesayetên hevdîtin pê re hatine kirin tu agahî nedan. Nayê zanîn ku ev kesayet dê di kîjan mijaran de bibin alîkar an jî dê bi rol û mîsyoneke çawa rabin. Tê payin ku ev rewş di rojên pêş de piştî peyamên Abdullah Ocalan zelal bibe. 
 
PROTOKOL 
 
Li gel nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci em 4 rojan bi şandeyê re bûn. Şande di 15’ê Sibatê de derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû û li vir bi protokoleke payebilind ve hate pêşwazîkirin. Hem li Deriyê Sînor ê Xabûrê hem jî li Deriyê Sînor ê Xelîl Îbrahîmê şande ji bo zêde neyê sekinandin hewldanek hebû. Tevdîrên zêde yên ewlehiyê hebûn û şande gihişt Hewlêrê. Rojek piştre jî trafîka hevdîtinan dest pê kir. 
 
ARTÊŞA ÇAPEMENIYÊ 
 
Ji roja destpêkê heta ya dawiyê eleqeyeke zêde ji bo şandeyê hebû. Ji kesên şande pêşwazî kirin heta ajokarên wesayîtan û heta xebatkarên hotêla şande lê dima, eleqeyeke zêde hebû. Her wiha eleqeyeke zêde ya çapemeniya Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê jî hebû. Li gel vê, çapemeniya navneteweyî jî serdana şandeyê şopand. Zêdetirî 70 rojnamegerên ji ajans, televîzyon û malperan ji roja destpêkê ve şande şopand û eleqeyeke mezin hebû. 
Di dema hevîtina bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û hevdîtina bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî de destûr nehat dayin li hundir wêne û dîmen bên kişandin. Balkêş bû ku di hevdîtina bi Mesrûr Barzanî de ne li hundir ne jî li derve tu xebatkarên çapemeniyê tune bûn. Tevahiya wêne û dîmenên van hevdîtinan ji hêla ofîs3en çapemeniyê yên van deran ve hatin parvekirin. 
 
ŞERÊ MÎKROFANAN
 
Di tevahiya hevdîtin û daxuyaniyan de “şerê mîkrofonan” hebû. Mijareke din a balkêş jî ew bû ku ji Tirkiyeyê tu ajans û televîzyonan hevdîtin neşopand. Komeke ji Ajansa Anadoluyê (AA) daxuyaniya piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re şopand. 
 
MEREQA ROJNAMEGERAN
 
Mijara sereke ya ku tevahiya rojnamegerên me li ser pêyan pê re sihbet kirin mereq dikir, peyamên Abdullah Ocalan şandibûn. Piranî pirsên weke “gelo dê ev pêvajo ber bi ku ve biçe, dê Abdullah Ocalan peyameke çawa bide, gelo dê PKK çekan berde û bandora bangê ya li ser herêmê dê çi be?” dihatin kirin.  Bêguman tenê rojnamegeran ev mijar mereq nedikirin. Her kesên me hevdîtin pê re dikir pirsên bi vî rengî dikirin. Ji ber ewlehiyê û trafîka serdanan, me nekarî bi zêde kesan re hevdîtinan bikin. Xebatkarên hotêlan, kesên di protokolê de cih digirtin, kesên hatin serdanê û hin welatiyên me di bernameyan de dîtin... 
 
Ji ber ku şandeyê helwesta xwe ya neaxaftinê li vir jî didomand, bivê nevê berê pirsan dîsa diket ser me. Me jî hewl da li gorî nûçeyên me parve kirine jê re bibin bersiv. Hêj di serê gelek kesan de pirs hene. Me jî nêrînên têkildarî pêvajoyê ji gelê Herêma Kurdistanê pirsî. Bersivê dayin me wiha ne: 
 
*Em çareseriyeke mayinde û aştiyê dixwazin.
 
*Êdî xelkê Herêma Kurdistanê ji ber êrişan bêzar bûye. 
 
*Divê Kurdên li Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê heqên xwe bi dest bixin. 
 
*Em dixwazin pirsgirêkên herêmê biqedin û êdî aram bijîn. 
 
*Piştgiriya me ya ji bo pêvajoya nû ya Abdullah Ocalan tam e û divê Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
*Aştî û çareseriyeke mayinde ya li Tirkiyeyê ji bo tevahiya pêşeroja gelên Rojhilata Navîn girîng e. Dê ev yek bi gelan bide qezenckirin. 
 
*Heke çareserî û aştî çêbibe, heke pirsgirêkên bi welatên cîran re xelas bibin dê rewşa aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê baştir bibe. 
 
‘GELO EM Ê BIKARIN SEROK BIBÎNIN?’
 
Mirov dikare bibêje ku yek ji mijara herî zêde dihat mereqkirin jî peyama bidîmen a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Gelek kesên me pê re hevdîtin kirî, gotin ku ew pir mereq dikin bê ka dê dîmenên Abdullah Ocalan kengî bên parvekirin an jî dê bên parvekirin an na. Pêşmergeyeke Derîn ku têkiliya wî ya bi şandeyê re jî hebû, piranî ev pirs ji me dikir; “Gelo piştî 26 salan em ê bikarin Serok (Abdullah Ocalan) bibînin?” 
 
KARSAZ BIKELECAN IN
 
Karsaz jî ji ber nîqaşên ser çareserî û aştiyê gelek bihêvî ne. Karsazên ku bi avakirina avahiyên 40-50 qat û AVM-vîllayên luks hewl didin Hewlêrê mîna Dubaiyê bikin, çav û guhê wan li peyama Abdullah Ocalan e. Karsazan gotin ku ji berê bêhtir hêviya wan heye û gelek caran digotin; “Heke Bakur qezenc bike dê tevahiya Kurdistanê qezenc bike. Çav û guhê me li we ye. Hêvîdarin ev pêvajo bi ser keve.” 
 
ELEQEYEKE TAYBET A WALIYÊ HEWLÊRÊ Û ŞANAZ EHMED 
 
 
Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnaw û Endama Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi dilgermiyeke mezin şande pêşwazî kirin. Xoşnaw, di tevahiya serdanên şandeyê yên li Hewlêrê de eleqeyeke mezin nîşanî şandeyê da. Şanaz Îbrahîm Ehmed jî şande bi dilgermiyeke mezin pêşwazî kir. 
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

20/02/2025
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin