‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’

  • rojane
  • 11:40 17 Sibat 2025
  • |

RIHA - Nûnerê Rihayê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç hatibû qetilkirin. Birayê Kiliç, Mahmût Kiliç, got: "Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin, îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egîd kuştin."

Li Rihayê di navbera salên 1993 û 1997’an de di bin navê kuştinên ‘kiryar ne diyar’ de 30 kes hatin qetilkirin. Di nav kesên hatin qetilkirin de serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel bi gotina ne rojnameger e, mîlîtan e ve hedef nîşan dabû, nûnerê Rihayê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç jî cih digire. Kiliç di 18’ê sibata 1993’an de dema diçû taxa xwe ya Qûlînçê, li xaçerêyeke kîlomtereyek nêzî taxê kesên ku li Toroseke spî siwar bûne peya dibin û wî qetil dikin. Beriya ku Kiliç were qetilkirin leşkerê bi navê ‘Taner’ ku di Qereqola Cendirmeyan a Ugurlu de kar dikir û û cigirî wî ‘Oktay’ derbarê wî de agahî li ber hev dikirin. Kiliç di heman demê de Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê de rêveber bû û derbarê dosya Kiliç de heta niha tu pêşketin çênebûn û dosya di 18’ê sibata 2013’an de bi hinceta demborî hat girtin. 
 
Kiliç ji ber nûçeyên ku çêdikir hedef hat girtin û kuştin, di serdagirtina malê de eşyayên wî yên li malê jî hatin desteserkirin. Ji ber hewldanên malbatê hinek malzemeyên wî hatin wergirtin lê kaset, daktîlo, pirtûk û gelek eşyayên din nehatin dayîn. Li pişt Kiliç çante, pênûs, cîhaza qeydkirina deng, 3 kasetên vala û mala wan mabû û di erdheja 6’ê sibata 2023’an de mala wan xesara giran dît û piştre hat hilweşandin.
 
 
Niştecihên Taxa Xulinçê û xizmên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixîn piştî kuştina Kemal navê Kemal li zarokên xwe kirin. Niha navê Kemal li 40 zarokî hatiye kirin û temenê wan di navbera 15 û 30 de diguhere. Birayê wî Mahmût Kiliç navê Kemal li kurê xwe kir û biraziyê wî Abdullah Kiliç (51) di 32’emîn salvegera qetilkirinê de têkoşîna Kemal Kiliç vegotin. 
 
DÊ NEGIHÊJIN ARMANCA XWE
 
Birayê wî Mahmût Kiliç da zanîn ku birayê wî li dijî gefxwarinan paşve gav neavêtiye, zextên li ser çapemeniyê îro jî dewam dikin û wiha got: “Di salên 1990’î de rojnameger hatin qetilkirin lê dewlet negihişt armanca xwe. Zext zêde bûn, rojname hatin girtin, bi sedan rojnameger hatin girtin lê bi ser neketin. Îro li Rojava û Başûr bi heman armancê bi SÎHA’yan rojnamegeran qetil dike. 32 sal in zextên li ser çapemeniya azad dewam dike. Wisa fikirîn ku dê pênûsên Apê Mûsa, Huseyîn Denîz û rojnamegerên din li erdê bimîne, lê xwe xapandin. Çapemeniya azad bêhtir mezin bû. Îro jî bi heman armancê rojnamegeran qetil dikin lê dê bi ser nekevin, çapemeniya azad dê mezintir bibe.”
 
ÇAVKANIYA NÛÇEYAN
 
Mahmût Kiliç anî ziman ku gundiyan li Kemal Kiliç hez dikirin, di sohbetên gund de Kiliçder barê geşedanan gundî agahdar dikir û wiha got:”Gundî her êvar li mala me kom dibûn û li Kemal guhdar dikirin. Radyoyeke Kemal ya nûçeyên Kurdî pêşkeş dikir hebû. Radyo guhdar dikir û der barê nûçeyên tên dayîn de şîrove dikir. Em ji Kemal fêrbûn ku li Rojava Kurd bêyî nasname dijîn, li wir Kurd tên qetilikirin. Li gund çavkaniya nûçeyan Kemal bû. Me li gund çandiniya nîskan dikir û ji ber ku Kemal pir dihat hezkirin gundî dihatin alîkarî didan me û me zû karê xwe diqedan. Her tim dixwest alîkariyê bide gundiyan û gundiyan jî dema kar de alîkarî  didan wî.” 
 
MIJARA NÛÇEYAN CIVAK BÛ
 
Mahmût Kiliç diyar kir ku derbarê mijarên ku civakê eleqedar dikir de nûçe çêdikir û wiha got:”Derbarê nûçeyên çêdikir de agahî nedida me. Carnan nûçeyên çêdikir ji me vedişart. Carnan bi dizî diketima odeya wî ka çi  dike. Min dît ku derbarê Komkujiya Helepçeyê ya sala 1988’an de nûçe çêkiriye. Rojekê 50 çewalên ku tê de kinc û pêlav hene anî malê  û ji bo bişîne Helepceyê berhev kiribû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xizmên me hene û Kemal her tim piştevaniya wan dikir û bal dikişand bêwatebûna sînor. Ji me re digot bi sînor Kurdistan kirine 4 parçe û derbarê sînor de gelek nûçe çêdikir. Têkildarî mayînên ser sînor û birîndarbûna însan û hewyanan nûçe çêdikir. Nemaze nûçeyên têkildarî Kurdî çêdikir. Li ku derê dengbêjek hebûya diçû nûçeya wî çêdikir.” Mahmût Kiliç da zanîn ku dê tu caran Kemal Kiliç ji bîr nekin.
 
‘BILA ÊRÎŞ BI DAWÎ BIBIN’
 
Biraziyê wî Abdullah Kiliç diyar kir ku navê apê xwe daye kurê xwe û wiha got: “Pir dihat hezkirin. Ji bo navê wî neyê jibîrkirin herkesî navê Kemal li zarokên xwe kir. Pir alîkarî dida derdora xwe. 32 sal derbas bûn lê me ew ji bîr nekir. Îro jî rojnameger tên qetilkirin. Dema rojnamegerek tê qetilkirin em diçin 32 sal berê û êşên me nû dibin. Bila êrîşên li ser rojnamegeran bi dawî bibin.”
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

17/02/2025
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’