Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e

  • rojane
  • 14:48 15 Sibat 2025
  • |
img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî 15’ê Sibatê daxuyanî da û got: “Rêya rast a zindîkirina îradeya çareserî, demokrasî û aştiyê, rakirina pergala li Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkan e.” 

Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku salvegera komployê ye û komplo ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de pêkvejiyana wekhev û azad a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî derb kir. Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan e. Ev komploya navneteweyî ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de pêkvejiyana wekhev û azad a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî derb kir. Bi komploya navneteweyî re birêz Ocalan hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê ya 26 sal in li birêz Ocalan tê ferzkirin, bêguman bû domandina komployê.” 
 
PERGALA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pergala tecrîdê ya Îmraliyê rejîmeke îşkenceyê ya giran e ku hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî lê nayê cîbicîkirin, qanûn, destûra bingehîn, peyman û hemû maf lê hatine binpêkirin û rejîmeke dermirovî ye ku berjewendiyên navneteweyî rêveberiya wê diyar dike. Ev rejîma awarte ku li Girava Îmraliyê di meriyetê de ye û rasterast girêdayî van têkiliyan e; di nava demê de ji demokratîkbûna welêt heta aborî û siyaseta derve, di tevahiya rêveberiya welat de diyarker bû û hêj bandorê lê dike. 
 
ŞERTÊ SEREKE: DIVÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BÊ RAKIRIN 
 
Qedexe û astengkirinên li Îmraliyê bênavber û bi awayekî fiîlî di meriyetê de; di nava demê de veguherîn yasayan û bandor li tevahiya girtîgehên din jî kr. Şêweyê înfazê ya mayina di girtîgehê de ya heta dawiya emrê xwe ku li birêz Ocalan hatiye ferzkirin, li hezaran girtiyan jî hate ferzkirin. Israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de û domandina rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê re krîzên aborî û siyasî yên li gel hatine ferzkirin mezintir bû, siyaseta şer û qeyûman girantir kir û rê li ber azadiya civakî û aştiya civakî girt. Lewre; ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were çareserkirin, weke şertê ewil divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Ev yek dê bike ku karnameya maf, hiqûq û demokrasiyê ya welêt baş bibe û pêkvejiyaneke azad û adilane ya Kurd û Tirkan û hemû gelên li erdnîgariya me dijîn misoger bike. 
 
SIYASETA AŞTIYÊ YA GERDÛNÎ
 
Tevî rejîma îşkenceya giran a 26 sal in didome jî, wekî em di van rojan de şahidiya wê dikin, birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, siyasî û hiqûqî bê çareserkirin îradeyek raber kir, ev îrade mezintir kir û bû xwedî potansiyeleke wisa ku vê komploya navneteweyî ku berhema hevsengiya hêzên navneteweyî ye û siyaseta tecrîdê vala derxîne. Birêz Ocalan, li dijî komploya navneteweyî û siyaseta tecrîdê, siyaseta aştiyê ya gerdûnî meşand. 
 
DIVÊ OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE 
 
Piştî şert û mercên agahînegirtina mutleq ku 4 salan hate domandin, cara ewil di 23’yê Cotmeha 2024’an de pê re hevdîtin hate kirin û got; ‘Tecrîd didome. Heke şert û merc ava bibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bikim.’ Bi vê yekê re hêz û îradeya xwe nîşan da. Di hevdîtina 28’ê Kanûna 2024’an de jî got; ‘... tevahiya van hewldanên me, dê welêt bigihînin asta ku heq dike û di heman demê de ji bo veguherîna demokratîk jî dê bibe rênîşandareke pir bi qedir û qîmet. Ji bo aştiya Tirkiye û herêmê dewr dewra aştî, demokrasî û xwişk-biratiyê ye.’ Bi vê peyama xwe careke din banga xwe ya ji bo demokrasî û aştiyê dubare kir. Rêya rast a ku dê çareseriyê bi xwe re bîne û îradeya demokasî û aştiyê zindî bike, rakirina pergala Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêkan e.” 
 

Sernavên din

17/02/2025
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
09:11 KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
09:09 Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
09:04 Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN