Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin

  • rojane
  • 10:25 14 Sibat 2025
  • |
img

WAN - Berxwedêrên Wanê bang li îktîdarê kirin ku dev ji êrişên xwe berde û gotin: “Em li vir in, em bi îradeya xwe re ne û heta encamê bidest dixin jî dê li vir bin. Me çawa çawa duh rê nedabe we, em ê îro jî rê nedin.” 

Çalakiya nobetê ya ku xelkê Wanê li dijî hewldana tayînirkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daye destpêkirin, di roja 4’emîn de didome. Gelê bajêr ku xwedî li îradeya xwe derdikeve, bi şev û roj û tevî hewayê sar jî li ber şaredariyê nobetê digire û qada berxwedanê naterikîne. 
 
Welatiyên li ber xwe didin, ji ajansa me re axivîn. 
 
‘NE 3 ROJ EM Ê HETA 3 SALAN JÎ BISEKININ’
 
Yek ji welatiyên di çalakiyê de jî Zehra Akkoyun a 50 salî ye. Tevî hewayê sar tev li nobetê bûye û got ku ew ê rê nedin tayînkirina qeyûm. Zehra Akkoyun, got: “Em ê şaredariya xwe nedin wan. Ji bo vê ne 3 roj hewce bike em ê 3 salan jî nobetê bigirin. Heke şaredariyê ji me bistînin, dê sibe hewl bidin tiştên din jî ji me bistînin. Lewma divê em bi tu awayî paşvegavê neavêjin. Gelê Wanê heta niha berxwedaneke mezin nîşan da û dê bêhtir li ber xwe bide. Bajarên derdorê jî piştgiriyê didin û ev yek hêviyê dide me.” Zeyra Akkoyun, diyar kir ku ev nêzî sê meh in qala çareseriyê tê kirin lê li rexa din qeyûm li şaredariyan tên tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Di vê rewşê de aştî dê çawa bibe? Em ji gotinên wan bawer nakin. Baweriya me bi wan nemaye. Ji bo aştiyê em ji gelê xwe bawer dikin. Vaye hûn dibînin bi şev û roj nobetê digirin. Rojê ka 2-3 saetan radizên yan na. Lewma em ji gelê xwe bibawerin.” 
 
‘EM Ê RÊ NEDIN WAN’
 
Ahmet Bulak jî 56 salî ye û ji roja ewil ve di çalakiya nobetê de cih digire. Bulak, got: “Gelê me gelekî berxwedêr e. Vaye hûn jî dibînin, xew nîne, her kes 24 saetan li ser pêyan e. Tiştên li gelê Kurd tên kirin zilm û heqaret e. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din jî qeyûman tayîn dikin. Em vê qebûl nakin. Em bi tu awayî qeyûman nas nakin. Gelê me seknekî birûmet raber dike. Me çawa piştî hilbijartinê li ber xwe dabe, dê niha jî bi heman biryardariyê li ber xwe bidin. Me duh çawa rê nedabe wan dê îro jî rê nedin.” 
 
‘HÊJ JÎ DIJMINATIYÊ DIKIN’
 
Haci Suleyman Borak jî bi bîr xist ku beriya niha jî qeyûm hatibûn tayînkirin lê wan tu caran serî netewandine. Borak, ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd kefenê tirs û mirinê çirandiye. Hêj jî dijminatiyê dikin. Heke dijminatî nekiribûna, ev 50 roj in li rexekî qala aştiyê li rexa din jî ev neheqî û bêhiqûqtî nedikirin. Aştî wiha nabe. Heke serokkomar kesekî biedalet bûya, dê wekî hev nêzî herkesî bûbûya. Em xwecihên vir in, lê ew jî Asyaya Navîn hatine. Li vî welatî em bi hev re dijîn, çawa mafê jiyanê yê kesên din hebe, yê me jî heye. Li seranserî cîhanê kîjan gel bi qasî me Kurdan di bin zext û zilmê de ye? Ziman, çand û îradeya me tune tê hesibandin. Çiqas polîtîkayên qirêjî yên pişaftinê hebin, tevekan li ser gelê Kurd didomînin. Ez bangî Erdogan dikim; heke li gel aştiyê bî, heke tu ji dil bî wê demê dev ji vê polîtîkaya xwe ya qirêjî berde. Li pêşiya Rêberê Gelê Kurd nebe astengî ku bangî gelê xwe û tevgera xwe bike. Yê ku dikare aştiyê pêk bîne, birêz Abdullah Ocalan e. Ez li vir dîsa bang dikim; dev ji êrişên ser şaredarî û hevşaredarên me berdin. Em li vir in, em bi îradeya xwe re ne û heta encamê bidest dixin jî em ê çalakiya xwe ya nobetê bidomînin.”
 
JI BEDLÎSÊ TEV LI NOBETÊ BÛ
 
Bêrîvan Canbey jî ji Bedlîsê ye û ji bo piştevaniyê hatiye Wanê û di nobetê de cih digire. Bêrîvan Canbey, wiha got: “Ev neheqiya li vir tê kirin dê li tu cihan û bi tu awayî neyê qebûlkirin. Em bi kelecaneke mezin hatin û me li vir heman kelecan dît. Ne cara ewile ku qeyûman tayîn dikin. Beriya niha jî li gelek şaredariyên me qeyûm tayîn kirin.  Çalakiya li dijî qeyûm li ku derê hebin ez ê li wir bim. Ji ber ku qeyûm neheqî ye, zilm e. Dema li dijî neheqiyê dernekevî ew neheqî dê mezintir bibe. Lewma me xwest ji vê neheqiyê re bibin bersiv. Divê ev berxwedan bê mezinkirin. Dema her kes bû yek wê demê dê dengê me bilindtir derkeve.” 
 

Sernavên din

17/02/2025
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran