KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê

  • rojane
  • 09:11 14 Sibat 2025
  • |

STENBOL - Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 15'ê Sibatê de ber bi Strasbourgê biherikin û daxwaza xwe ya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" bilind bikin."

Amadekariyên mitîng û meşa ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, bi dawî bûn. Di mitînga ku wê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" bê lidarxistin de, wê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê xwestin. 
 
Ji organîzatorên mitîngê Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurd li Almanyayê (KON-MED) Kerem Gok got: "Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo meş û mitînga Strasbourgê ya 15'ê Sibatê û ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' biherikin qadan."
 
AMADEKARIYÊN MITÎNGÊ TEMAM BÛN
 
 
Gok diyar kir ku amadekariyên mitîngê bi dawî bûne û bal kişand ser girîngiya mitînga li Strasbourgê û got: "Sedema ku em ê li Strasbourgê mitîngê pêk bînin, saziyên girêdayî hêzên navneteweyî yên komplo pêk anîne, li vir in. Mînak Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û gelek saziyên Ewropayê, li vir in. Bi mehan e em li gelek deverên Almanyayê amadekariya mitîngê dikin."
 
'CIWAN WÊ PIŞTÎ MEŞÊ BEŞDARÎ MITÎNGÊ BIBIN'
 
Gok diyar kir ku di 9'ê Sibatê de li bajarê Heilbronn ê Almanyayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst hatine gel hev û dest bi meşê kirine û got: "Meş wê heta 15'ê Sibatê bidome. Wê di 14'ê Sibatê de li Parka Golf Dietenbach a Freiburgê li hev bicivin û li kolanên herî qelebalix ên bajêr bimeşin. Danê êvarê 14'ê Sibatê wê ciwan li Freiburg Golf Dietenbach bimeşin. Sibeha 15'ê Sibatê jî wê bi otobusan bên Strasboûrgê. Meşa ciwanan li Almanyaya atmosfereke erênî afirand."
 
Gok anî ziman ku pêkhateyên çep-sosyalîst ên gelên cuda jî di nava xebatên mitîngê de cih girtine. 
 
'KOMPLO PÛÇ BÛ'
 
Gok anî ziman ku gelê Kurd li dijî komploya navneteweyî têkoşîneke pir birêkûpêk û rêxistinî meşandiye û wiha dewam kir: "Beriya niha bi sed sal berê di 15'ê Sibata 1925'an de Şêx Seîd li dijî zilmê serî hilda û serhildan bi xwînê hat tepisandin û di 29'ê Tîrmehê de Şêx Seîd hat îdamkirin. Rêber Apo jî beriya niha bi 26 salan, di 15'ê Sibatê de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û bi vê re peyama 'Me çawa sedsal berê azadiya we ji dest we stend, em ê heman tiştî bikin.' Lê belê berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo û têkioşîna gelê Kurd komployê pûç kir. Kesên Rêber Apo di nava çar dîwaran de asê kirin, xafilîn. Fikirên Rêber Apo û paradîgmaya wî li seranserê cîhanê belav bûn û ji bo hemû gelên aştîxwaz bû hêvî." 
 
BANGAWAZÎ
 
Gok wekî KON-MED bang li her kesî kir ku beşdarî mitînga li Strasbourgê bibe û got: "Her kesên ku li dijî şer aştiyê diparêzin û dixwazin destê Rêber Apo li dijî dagirkeran xurt bikin, bila beşdarî mitînga Strasbourgê bibin. Em hemû kesan vedixwînin ku peyama Rêber Apo silav bikin." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

19/02/2025
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê