Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin

  • rojane
  • 09:32 27 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de hewceye dewlet gavan biavêje û got: “Çepgir û sosyalist ji bo aştiyê divê bêyî dudilî bikevin nava hewldanan.”  

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re cara duyemîn hevdîtin kir. Şandeyê rojek piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da û got ku xebatên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê didomin. Her wiha Abdullah Ocalan got: “Ji bo pêşxistina modêleke ku dê rê li ber hedefên emperyal ên li ser Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê bigire kedeke mezin didim.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û peyamên Abdullah Ocalan axivî. 
 
'DIVÊ SOSYALÎST HEWL BIDIN’
 
Aslan, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan girîng e û wiha got: “Aliyê ku divê gavê biavêje, dewlet e. Tayînkirina qeyûman, girtin û êrişên ser Rojava, gumanan ser inyeta îktîdarê çêdike. Gelo nikarin qeyûmî paşve bikişînin? Dikarin. Ma nikarin biryarên DMME û AYM’ê bicih bînin? Dikarin. Lê dîsa jî tayînkirina qeyûman didome. Fikarên me hene ku îktîdar jidil nîne. Divê em ji bo pêvajoyê îktîdarê bidin zorê. Ev firsendeke. Divê em ji bo civakîbûna aştiyê têbikoşin. Divê çepgir, sosyalîst, alîgirên kedê û aştiyê bêyî dudilî bikevin nava hewldanan.” 
 
'HETA KU ŞER HEBE DÊ ŞEHÎD JÎ HEBIN’ 
 
Aslan, anî ziman ku divê hemû derdor fikarên xwe yên têkildarî pêvajoyê bînin ziman û wiha domand: “Helwesta CHP’ê ya ji bo çareseriyê, dudil e. Birêz Ozgur Ozel hem dibêje ‘ez soza welatekî ji bo Kurdan didim.’ Lê li rexa din dibêje ‘ez ji pêvajoyeke malbatên şehîdan nepejirînin re nabêjim erê.’ Ev ne hincetên rast in. Jixwe heta ku şer hebe dê her şehîd hebin. Divê her kes xwe ji zemîna şer dûr bike. Tişta herî baş em bidin van kesan aştî ye. Qet nebe dê êdî kesek zarok û xizmên xwe winda neke. Divê em bikarin malbatên şehîdan qaneh bikin. Ma çi ji wê xweştire ku dayikeke Kurd û yeka Tirk ên zarokên xwe winda  kirin hevdu hembêz bikin?” 
 
BANG LI ÇÎNA KARKER KIR
 
Aslan, bal kişand ser budçeya ji bo şer tê veqetandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê êdî li ser pêvajoyeke ku êdî qet qala budçeya şer nayê kirin, were destpêkirin. Şer, serdestan jî zengîntir dikin. Çekfiroş, febrîqeyên guleyan û hwd. hene. Ev kes ji şer qezenc dikin. Divê çîna karker bikare bibêje ‘ev pereyê ji bo çek û şer tê xerckirin pereyê min e.’ Divê çîna karker li dijî pereyê ji bo şer tê bikaranîn derkeve.” 
 
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
 
Aslan, gavên divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên avêtin jî wiha rêz kir: “Divê mercên aştiyê bi wêrektir bên afirandin. Ya yekemîn; divê efûya siyasî ya giştî hebe. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Ya duyemîn; divê îktîdar tavilê xwe ji xaka Sûriyeyê vekişîne. Ya sêyemîn jî divê qeyûman paşve bikişînin. Ya çaremîn jî divê Qanûna Partiyên Siyasî bê demokratîkkirin û bi tu awayî partî neyên girtin. Divê sepanên weke benda hilbijartinê bên rakirin. Ya pêncemîn; divê zextên siyasî bên bidawîkirin, astengiyên li pêşiya çapemeniya Kurd bên rakirin. Dema wiha bû, em ê bibînin ku nîqaşên ser pirsgirêka Kurd dê hêsantir bibin. Dibêjin em 85 milyon kes in, wê demê ji bo ev 85 milyon kes bikarin bêyî fikaran vê pêvajoyê nîqaş bike, zemînê ava bike.” 
 

Sernavên din

03/02/2025
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye