KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me

  • rojane
  • 16:04 18 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê têkildarî hevdîtinên şandeya Îmraliyê daxuyanî da û got, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe geşedana herî girîng û stratejîk a sedsala me.”

Hevserokatiya Konseyea Rêveber KCK'ê, têkildarî serdanên şandeya Îmraliyê ya partiyên siyasî daxuyaniyek belav kir. 
 
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:
 
“Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê, bi Rêber Apo re hevdîtin kir û piştre di çarçoveya vê hevdîtinê de bi partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk re dest bi hevdîtinan kir. Şandeyê bi daxuyaniyên dayî encama xebata xwe bi raya giştî re parve kir. Hevdîtina Îmraliyê û daxuyaniya şandeya DEM Partiyê, di raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de cihekî fireh girtiye û di serê rojevê de cih girtiye. Şandeya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di çarçoveya nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo de, çi li meclîsê çi jî ji dervey meclîsê hevdîtinên wan erênî derbas bûne û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna pêvajoya şer îradeyeke xurt derketiye holê. Destnîşan kirine ku ew ê li ser bingehê encamên erênî yên derketine holê, wê car din biçin Îmraliyê û hevdîtineke din jî bi Rêber Apo re bikin. Ji daxuyaniya şandeya DEM Partiyê tê fêmkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê îradeyek girîng derketiye holê. Em gihiştina pêvajoyê ya vê qonaxê, erênî dibînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna pêvajoya şer, em piştevaniya partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk girîng dibînin, em dixwazin bînin ziman ku em vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêkê esas dibînin û em piştgiriyê didin vê îradeyê.
 
Em bi dawîbûna tecrîda mutlaq weke geşedana herî girîng a vê pêvajoyê û weke qonaxeke girîng a têkoşîna xwe ya Pêngava Azadiya Gerdûnî dibînin. Êdî di tecrîda mutlaq de valahî çêbûye, dewlet Rêber Apo muxatab digire. Nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bi dawî bûna pêvajoya şer û demokratîkbûna Tirkiyeyê di qada siyasetê de hatiye nîqaşkirin û piştgirî dîtiye. Ev geşedaneke dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe geşedana herî girîng û stratejîk a sedsala me.
 
Demokratîkbûna Tirkiyeyê girêdayî çareseriya pirsgirêka kurd e, bi vê yekê pêkan e. Çareseriya pirsgirêka kurd tenê wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veneke, wê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî girîng be. Di vê pêvajoya dîrokî de Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin, di vê pêvajoyê de avakirina geşedaneke wiha wê li ser navê azadî, wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî, şoreş û sosyalîzmê bibe gaveke dîrokî. Bi vê berpirsyariya dîrokî, ji bo serkeftina pêvajoya Rêber Apo hewl dide pêş bixe, divê piştgiriyê bidin. Destpêkê divê hemû hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û ji bo serkeftina wê bi awayekî çalak bixebitin. Mirov dikare metirsî û gumanên ku ji ber nêzîkatiyên dewlet û hikûmetê peyda bûne, bi xwedîlêderketina pêvajoyê û xebateke çalak pûç bike. Divê hêzên demokratîk ên şoreşger ji bo serkeftina vê pêvajoyê xwe wek berpirsyarê sereke bibînin û li ser vê bingehê bibin pêşengên pêvajoya nû.
 
Her wiha gelek giring e ku di serî de CHP, divê mixalefeta Tirkiyeyê jî xwedî li pêvajoyê derkeve û piştgiriya wê bike. Em ji daxuyaniyên şandeya DEM Partiyê fam dikin ku mixalefet nêzîkatiyeke erênî nîşanî pêvajoyê dide. Jixwe Rêber Apo jî ji bo çareseriya pirsgirêkê bal kişandibû ser rola mixalefetê û girîngiya navendî ya parlamentoyê.
 
Ev geşedanên dîrokî encama Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ye. Bi kêfxweşî û coşa vê encama dîrokî, divê em Pêngava Azadiyê ya Cîhanî pêş bixin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk û ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir bixebitin. Em careke din bang li gelê xwe, dostên xwe û hemû hêzên demokratîk ên şoreşger dikin. Ji bo serkeftina pêvajoya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêş xistî, em bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û tevgerên çepgir û sosyalîst jî dikin ku bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin ser piyan û pêşengiya pêvajoyê bikin."

Sernavên din

20/01/2025
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome