Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be

  • rojane
  • 09:52 18 Çile 2025
  • |

STENBOL - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re nirxandin û gotin: "Eger hemû alî wekî birêz Ocalan ji dil û can bin, wê aştî pêk were."

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, didome. Di 28’ê Kanûnê de heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîbû. 7 xalan peyama Abdullah Ocalan ên têkildarî pirsgirêka kurd hatibûn parvekirin, di raya giştî de tên gengeşekirin.
 
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê der barê hevdîtina bi Abdullah Ocalan û gengeşeyên çareseriyê de nirxandin kirin.
 
‘GER SAMÎMÎ BIN DÊ AŞTÎ ÇÊBIBE'
 
Bedîa Gokguzê diyar kir ku di helwesta Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê de tu guhertin çênebûye û got: “Di nava civakê de tu pirsgirêk nîne. Lê dîsa jî di saziyên çapemeniyê yên nêzî desthilatê de 'zimanê şer' tê bikaranîn. Armanca me ew e ku em aştiyeke birûmet û azadiyê bînin Tirkiyeyê. Desthilat di axaftina xwe ya aştiyê de ne jidil e. Ger wekî birêz Ocalan samîmî bin dê aştî çêbibe. Niha Erdogan li aliyekî rawestiyaye û Bahçelî jî diaxive. Ger ji bo Erdogan kar bike dê bêje 'aştî baş e' lê ger ev pêvajo jî têk biçe dê Erdogan bêje 'min nekir, Bahçelî kir'. Dibêjin aştî, lê qetlîaman didomînin. Rojnameger qetil kirin û nehiştin cenazeyên wan jî bînin Tirkiyeyê û defin bikin. Ev nîşan dide ku şer dewam dike. Aştî wê çawa bi vî rengî pêk were? Yek ji astengiyên li pêşiya aştiyê ew in ku ji şer sûd werdigirin. Ger bihêlin ku dayikên leşker û dayikên gerîla li hev bicivin, ji bo aştiyê ne hewcedarî bi Bahçelî û ne jî bi Erdogan hebû. Lê destûrê nadin vê. Ji ber ku berjewendiyên wan di vî şerî de hene."
 
Bedîa Gokuzê anî ziman ku divê êdî şer bi dawî bibe û got: “Tu eleqeya tirkan û kurdan bi vî şerî re nîne. Kezeba her du aliyan jî dişewite. Heta niha bi hezaran ciwanên me jiyana xwe ji dest dane. Gelek rojnameger hatin qetilkirin. Kurdan tu carî şer nexwest. Kurdan tenê ji bo parastina xwe şer kir. Heta em sax bin em ê bêjin aştî." 
 
‘EM JI BO BERPIRSIYARIYÊ AMADE NE'
 
Fatma Yilmazê da zanîn ku ji bo çareseriyê ew ê serdana gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl bikin. Fatma Yilmazê destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan û hemû girtî serbest bên berdan û xwest êrişên Tirkiye û QSD'ê yên di bin kontrola wê de yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin. Fatma Yilmazê got: “Li aliyekî dibêjin aştî, li aliyê din qeyûman tayîn dikin. Me demek berê serdana Baroya Stenbolê kir. Ger CHP û AKP daxwaza me ya serdanê qebûl bikin, em ê serdana wan bikin. Em daxwaza xwe ya aştiyê li her derê radigihînin. Em amade ne ku ji bo aştiyê her berpirsyarî bigirin ser xwe. Çi qas sazî hebin em ê serdana wan bikin." 
 
BEDÊLÊN MEZIN HATIN DAYÎN'
 
Sabîha Bozan da zanîn ku li cîhanê tu pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin û got: “Nêzî 50 sal in li xaka me şer heye. Carekê birêz Ocalan gotibû, 'ger derfet bê dayîn, ez dikarim şer biqedînim û gerîla ji Tirkiyê derxînim.' Lê belê ev derfet nehat dayîn. Lê ne birêz Ocalan û ne jî Dayikên Aştiyê tu carî hêviya xwe ji aştiyê qut nekirin. Aborî ji ber şer ket binê erdê. Di van salan de hem gelê kurd hem jî gelê tirk bedelên mezin dan. Em dibêjin êdî bes e ku em bedêlên girantir nedin. Jidilbûn pir girîng e. Pêwîst e bi zimanê aştiyê were axaftin. Bahçelî ji Erdogan serbixwe nikare van bangan bike. Îro aştî çi qasî ji bo me girîng be, Rojava ji ew qasi gıring e. Ji ber vê yekê dest ji zimanê şer berdin. Lewma banga me ji bo desthilatê û aliyên din ên siyasî ye. Divê her kes piştgiriyê bide aştiyê."
 
MA / Melîk Çelîk 
 
 

Sernavên din

20/01/2025
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome