MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide

  • rojane
  • 09:32 17 Çile 2025
  • |

MÊRDÎN - Piştî ku malên rêveberê GOÇÎZDER'ê Halît Karahan hatin desteserkirin, vê carê jî bi hinceta MASAK'ê nayê hiştin Karahan deynên xwe yên krediyê bide. 

Komeleya Şopandina Koçê (GÖÇİZDER) ku bi armanca hevgirtinê di navbera komên bi darê zorê de ji cih û warên xwe hatine koçberkirin û daxwazên mexdûrên koçberiyê pêk bîne xebatên xwe dimeşand, di Kanûna 2024’an de bi biryara Dadgeha Cezayê Asliye ya 15’emîn a Bakirkoyê hat girtin. Bi Rapora Lijneya Lêpirsîna Sûcên Malî (MASAK) ku beriya girtina komeleyê demek kin hat amadekirin, mal û milkên rêveberên komeleyê hatin cemidandin. Bi biryara ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek îmze kirin re 4 rêveberên GÖÇÎZDER'ê jî di nav de mal û milkên 39 kes û 19 saziyan hatin cemidandin. Bi biryara ku di 31'ê Tebaxa 2024'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, biryara cemidandina mal û milkan ket meriyetê.
 
Yek ji rêveberên GÖÇÎZDER'ê Halît Karahan ê ku mal û milkên wî hatin cemidandin, di doza ku dihat darizandin de ewil ew hat girtin û paşê beraat kir. Tevî ku beraat kiriye jî, bi heman hincetên ku di îdianameyê de, mal û milkên wî hatin cemidandin. Karahan ji bilî karê komeleyê, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi karê çandiniyê re eleqedar dibe. Karahan ê ku ji ber karê xwe yê çandiniyê neçar ma deynên bankayan bi kar bîne, xwest deynê kiriye bide, lê ji ber ku bankeyan rapora MASAK'ê û biryara cemidandina mal û milkên wî nîşan da, nekarî bide. Li aliyê din Karahan ê ku ji aliyê bankayan ve bi hinceta ku pere nedaye ketiye ber îcrayê. Li ser vê Karahan ji Îş Bankê bi daxwaznameya ji MASAKê re nivîsandiye xwestiye deynên xwe bide. Lê belê ji MASAK'ê tu bersiv negirtiye. Karahanê ku bi rêya hesabê hevjîna xwe deynê xwe yê Îş Bankê da, dema xwest deynê xwe yê Banka Ziraatê jî bide rastî astengiyê hat. Karahan ê ku xwest deynên qertên xwe yên krediyê jî bide hat astengkirin, ji bankayên ku pê re têkilî danî bersiva "MASAK destûr nade" girt.
 
Karahan diyar kir ku di komeleyê de ji bo mexdûrên koçberiyê xebatên girîng kirine û di encamê de ew bûn hedef. Karahan got: “Di encama van çalakiyan de em rastî êrişên komeke di nava dewletê de ku hiqûqê nas nake, hatin û em hatin girtin. Me ji dozê beraat kir. Bi heman îdiayan mal û milkên me hatin cemidandin. Tişta balkêş ew e ku em nikarin deynê xwe jî bidin bankayan." 
 
Karahan destnîşan kir ku her çendî gelek caran bi bankayan re têkîldarî vê mijarê hevdîtin kirine jî tu tişt bi dest nexistine û got ku lê belê banke her roj li wî digerin û deynê xwe dixwazin, lê MASAK nahêle ew deynê xwe bide. 
 
Karahan da zanîn ku ji bo dayîna deynan forma daxwaza destûrê tije kiriye û ji MASAK'ê re şandiye, lê MASAK'ê bersiv nedaye û wiha got: "Dema ku min deynê xwe bi hesabê xwe da, bankeyan telefon kirin û diyar kirin ku MASAK'ê gazî wan kiriye. Min prosedorên brukratîk temam kirin, lê MASAK'ê nehişt ez vê bikim. Eşkere ye ku hin kes ji ber ji xebatên me nerihet bûne, dixwazin cezayê wê bi vî awayî bidin der." 
 
‘EM Ê PAŞVE GAV NEAVÊJIN'
 
Karahan anî ziman ku ji ber sedemên ne şênber tedbîrên cezakirinê tên bikaranîn û wiha got: “Me serî li rêyên hiqûqî da. Em dixwazin bi vî awayî dengê xwe bigihînin raya giştî. Jixwe, ew bi xwe ji bo min ne teserûfek e. Em dizanin ku; yên ku ev îdianame û ev rapor amade kirine, hin kom û hin rêxistinên sivîl wekî xetere dibînin ji xwe re. Ew kesên ku bi van saziyan re têkildar in wekî sûcdar dibînin. Helbet di çarçoveya têkoşîna xwe de em ê di warê parastina mafan de paşve gav navêjin."
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

20/01/2025
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome