Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade

  • rojane
  • 09:07 17 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN- Tirkiyeya ku li Sûriyeyê bi binpêkirinên xwe yên mafên mirovan di raporên NY'yê de cih digire, li welêt êrişên nû dan destpêkirin. Malbata Anna Campbellê 7 sal in nikare cenazeyê keça xwe wergire. 

Bi êrişa Heyet Tehrîr El-Şamê ya ji bo rûxandina rejîmê re Tirkiyeyê û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (ANS) ya girêdayî wê jî li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kirin. Tirkiyeya ku li Efrîn, Serêkanî û Gırê Spî yên dagir kirin gelek sivîl qetil kirin. Girêdayî vê cenazeyê Anna Campbell a ku di sala 2018'an de li Efrînê di dema bombebarana balafirên şer ên tirk jiyana xwe ji dest da, 7 sal in radestî malbatê nayê kirin. 
 
Bavê welatiya Brîtanî Anna Campbell ku li dijî êrişên DAIŞ'ê tevlî YPJ'ê bû, Dîrk Campbell, diyar kir ku ji bo cenazeyê keça xwe bigirin serî li Walîtiya Hatayê û rêveberiya tirk a li Efrînê dane. Dîrk anî ziman ku piştî ji vir encamek bi dest nexistine serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û got: "Em neçar man biçin rêveberiya herêmî ya Tirkiyeyê ku Efrînê bi rê ve dibe, niha herêmeke dagirkeriya dewleta eirk e û jê re dibêjin 'Walîtiya Hatayê'. Me dosyayek pêşkêşî wan kir ku mafên mirovan hatine binpêkirin. Bersiv nedan. Paşê em çûn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Me di serlêdana xwe de got, 'Me ji Walîtiya Hatayê tu bersiv negirtine. Dewleta tirk mirina keça min qebûl nekir. Diviyabû bihiştana em cenazeyê keça xwe dexin. Ma ev ne binpêkirina mafên mirovan e?'" 
 
Campbell anî ziman ku Walîtiya Hatayê piştî serlêdana xwe ya ji bo DMME'yê bi pêvajoyê re eleqedar bûye kir û got ku ji ber ku pêvajoya hiqûqa navxweyî ya li Tirkiyeyê bi dawî nebûye, DMME'yê di vê qonaxê de doz qebûl nekir. Campbell anî ziman ku pêvajo hêdî hêdî pêş dikeve û wiha got: "Xuya ye ku heya Walîtiya Hatayê biryareê bide wê 3 sal derbas bibin û bi îhtimaleke mezin wê dozê red bikin. Piştî vê wê dîsa biçe DMME'yê û wê dirêj bidome. Erê ev wê Annayê neyne, lê tişta ku ez bikim ev e." 
 
'ÊN PÊŞENGIYA ROJAVAYÊ DIKIN JIN IN'
 
Campbell diyar kir ku piştî keça xwe ji dest daye 2 caran çûye Rojavayê û li herêmê YPJ û kesên xwedî nêrînên cuda hebûne û wiha got: "Wek ku her kes xwedî destûr bû, li bendê nebûn ku wê çi bikin. Xwe berprisiyar hîs dikirin û xwedî armanc bûn. Ez i fikirîm ku yê pêşengiya rojeya Rojavayê dikin jin in. Ev di YPJ û YPG'ê de jî wisa ye. Mêr rêzê li jinan digirin. Lewma ev bi min pir balkêş hatin." 
 
Campbell da zanîn ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berevajî rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê, ne di kontrola malbatekê de ye û hêza navendî nîn e û got: "Min di nava gelê Rojavayê de tu kes mexdûr û bitirs nedît. Hemî pir erênî xuya bûn, pir bi hêvî bûn. Tu nikarî rûmeta wan xera bikî, ji ber ku gava mala yekî diteqe û ger zanibe wê hefteyeke din cardin biteqe dîsa radibe ava dike. Ev taybetmendiyeke pir balkêş e." 
 
'TIŞTÊN TÊN KIRIN BÊEXLAQÎ NE'
 
Campbell polîtîkaya Tirkiyeyê ya "êrîş, zext û asîmîlasyonê" ya li hemberî kurdan şiband ya îngilîzan ku li skotlandî û gelleriyan kiribû û wê wekî tiştekî "bêexlaqî" pênase kir. 
 
Campbell îşaret bi wê yekê jî kir ku Tirkiye ji bo êrişên li Rojavayê PKK wekî hincet nîşan dide û got: "Ew bi kurmancî diaxivin. Rêberê wan Abdullah Ocalan e. Fikirên Ocalan pêk tînin. Bi rastî ne pêkan e ku di navbera wan û kurdên li Rojavayê de hilbijartin were kirin. Lê ew (Erdogan) vê yekê wekî tehdîd dibîne, her çend kurdên Sûriyeyê dibêjin, 'Binêrin, em bi yekparetiya we ya neteweyî re eleqedar nabin, em bi dagirkirina we re eleqedar nabin, em dixwazin li vir herêma xwe ya xweser ava bikin, ji kerema xwe dest ji astengkirina vê berdin.' Lê Erdogan guh li vê nake." 
 
Campbell diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkaya wê ya berfirehbûnê ye û got: "Em nizanin siberoja Erdogan çi ye. Yanî otokrat e. Mîna Pûtîn. Ew dixwaze împaratoriyekê ava bike. Dixwaze vegere sînorên Ermenistanê yên beriya Şerê Cîhanê û ber bi başûrê Sûriyeyê ve berfireh bibe û bi Sûriyê re bibe yek. Dixwaze ber bi rojhilat ve berfireh bibe da ku yekîtiya gelên bi tirkî diaxivin (Azerbêcan) bibe yek." 
 
FIKIRÊN ABDULLAH OCALAN
 
Campbell diyar kir ku Rojhilata Navîn cihê ew cih e ku netew û zimanên cuda bi hev re dijîn. Campbell di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi rastî jî fikirên Abdullah Ocalan di rewşeke nebûna netew-dewletan de çareseriya herî baş in. 
 
MA / Hîvda Çelebi
 

Sernavên din

22/12/2024
15:05 DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
14:15 Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:04 Şîna rojnameger Nazim Daştan bi girseyî hat ziyarkirin
13:54 Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin
13:41 Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
11:51 Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
11:32 Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin
11:02 Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye
10:09 Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin
10:06 Yek ji pêşengên şoreşa jinê: Evîn Goyî
09:52 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin