‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’

  • rojane
  • 14:47 16 Kanûn 2024
  • |

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di dayina starta “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de axivî û wiha got: “Heta aştiyeke birûmet pêk tê û birêz Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome.”

Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de starta “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” hate dayin. Di vê çarçoveyê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş hat destpêkirin. Girse li pêşiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê kom bû. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endamê MYK’a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên navçeyan, parlamenter û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. 
 
Şandeya ku dê biçe Enqereyê pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” li xwe kirin. Girseyê dovîzên “Çareseriya demokratîk, welatê demokratîk”, “Em ji bo çareseriyê biisrar in, dê azadî bi ser keve” û “Jin, jiyan, azadî” hilgirtin. 
 
Girseyê tililî avêt û bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana gele Kurd” xwest ber bi Qada Şêx Seîd ve bimeşe. 
 
Polîsan, rêya avahiya rêxisina DBP’ê ya bajar bi bariyeran girtin û nehiştin girse derbas bibe. Girseyê bi dirûşmên “Berîqet nikarin me têk bibin”, “Bijî Serok Apo”, "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan” û bi çepikan astengkirina polîsan protesto kirin. 
 
Li dijî astengkirina polîsan, meşvanên “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” piştî daxuyaniyê hatin oxirkirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. 
 
‘HÛN NEBÎNIN JÎ PIRSGIRÊKA KURD HEYE’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, spasiya xelkê Amedê kir ku tevî astengkirina polîsan jî xwedî li Rojava derket. Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha domand: “Ewqas tengezar bûne ku li Sûriyeyê, li Rojava hevkariyê bi çeteyan re dikin û gefan li me dixwin. Em ji bo çareseriya demokratîk û azadiyê li vir in. Hûn nebînin jî, nebihîsin jî li vî welatî Kurd hene. Li vî welatî pirsgirêka Kurd heye, Kurdên li ber xwe didin hene. Em lewma li vir in û dengê xwe bilind dikin.” 
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku li Sûriyeyê bi wekaleta NATO û Tirkiyeyê rejîmeke şerîatê tê avakirin û wiha pê de çû: “Hêza herî ne rewa ya li dijî têkoşîna gelê Kurd HTŞ a wan e. Ji 2011’an ve hêza herî rewa rêveberiya Rojava ye. Hûn hewl didin bi destê çeteyên ku hûn nizanin dê sibe çi bikin re, bi şer re Rojava dîzayn bikin. Lê belê Rojava bi fikriyata birêz Ocalan teşe girt. Yên ku li hemberî vê teşegirtinê rewabûna xwe winda kirin Tirkiye ye, HTŞ û SMO ye. Îradeyeke dest ji azadiyê bernade heye. Ev îradeye dibêje ku divê birêz Abdullah Ocalan ê we xistiye tecrîdê azad bibe.” 
 
‘BI MILYONAN KES AZADIYA BIRÊZ OCALAN DAXWAZ DIKIN’ 
 
Di berdewamê de Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê divê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha derbirî: “Bi milyonan kes bi birêz Ocalan re ye û divê azad bibe. Li dijî şerê li her derê, çareseriya demokratîk û aştiyê diparêze. Bi milyonan kesan dev ji îradeya xwe bernedaye. Bi milyonan kes ev 26 sal in li dijî tecrîdê derdikevin û têdikoşin. Hûn nikarin vê jinedîtî ve bên. Tirkiye hewl dide ji bo dagirkirinê êriş dike. Hûn nikarin Kurdên li Rojava û yên li Tirkiyeyê ji hev qut bikin. Em lewma li vir in. Em ê her tim Rojava biparêzin. 
 
MAFÊ STATÛYA GELÊ KURD REWA YE
 
Rojhilata Navîn gelek komkujî, şer, Nemrûd û dîktator dîtin. Lê dîrok îro qala berxwedêran dike. Hemî dînamîkên demokratîk li ser pêyan e. Mafê statûyê yê gelê kurd rewa ye. Mafê berxwedanê rewa ye. Li Stenbolê rewşenbîran bang kirin. Gotin; ‘çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e. Meseleyeke ewqas dîrokî ye ku nabe ji dewletê re bê hiştin.’ Em bang li hemû gel û dînamîkên Tirkiyeyê dikin. Roj ne roja sekinînê ye. Roj ne ew roj e ku dîrok ji çeteyan re bê hiştin. Roj roja xwedîderketina li gelê Rojava ye. Divê dengê aştiya birûmet bilind bibe. Em ê îro li Amedê, sibe li Rihayê, li Dîlokê li Edene, Mêrsîn û Enqenreyê van gotinan bikin. 
 
BANG KIR 
 
Meşa me, meşa cîbicîkirina aştiya birêz Ocalan birêve dibe ye. Têkoşîna gotina jinên berxwedêr ên li dijî DAIŞ’ê û peyrewên wê şer kirin e. Dengê Kurd, Êzidî, Ermenên hatine qetilkirin e. Em muhsabeya qirkirin, pişaftin, înkara sed sale tê domandin dikin û dewlet jî mecbûr e bike. Netewe dewlet çareserî nîne. Em ji bo avakirina pergaleke nû banga têkoşîna hevpar dikin. Êdî dawiya we hat. Yên pişta xwe bi SMO û çeteyan germ dikin, bila berê xwe bidin têkoşîna gelê Kurd. Li wir ji bo hemû gelan îradeyeke taybet heye. Dema birêz Ocalan têkoşîna xwe dimeşand, li Rojhilata Navîn li ser navê Kurdan valahî hebûn. Em, ji bo dagirtina van valahiyan derdikevin rê. Ew valahî li Rojava hate dagirtin. Em dibêjin ku çareseriyeke demokratîk pêkan e û dibêjin ku azadiya birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk gava herî girîng e. Dê têkoşîna me her bidome. Me soz daye jinan, soz daye kesên emrê xwe bi têkoşîna azadiyê ya Kurdan re derbas kirin, yên zarokên xwe winda kirin. Ya ku ev welat heq dike, aştiyeke birûmet e. Heta ku aştî pêk tê û birêz Ocalan azad dibe jî em ê meşa xwe bidomînin.” 
 
Piştî çalakiya rûniştinê, şandeya ku dê biçe Enqereyê bi çepik û tililiyan hate birêkirin. 
 
 

Sernavên din

22/12/2024
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
14:15 Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:04 Şîna rojnameger Nazim Daştan bi girseyî hat ziyarkirin
13:54 Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin
13:41 Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
11:51 Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
11:32 Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin
11:02 Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye
10:09 Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin
10:06 Yek ji pêşengên şoreşa jinê: Evîn Goyî
09:52 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin