Ji nivîskarên girtî re kart û name hatin şandin: Rojên azad nêzîk in

  • rojane
  • 13:28 15 Mijdar 2023
  • |
img

AMED - Navenda PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya “15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Girtîgehê de” kart û name ji nivîskaran re şandin û piştgiriya xwe ya ji bo wan destnîşan kirin.

 
Navenda PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd, têkildarî “15 Mijdarê Roja Nivîskarên di Girtîgehê de” ku di 15’ê mijdara 1981’an de ji aliyê PENa Navneteweyî ve hatibû ragihandin, li ber Postaxaneya Semta Ofîsê ya Navçeya Bajarê Nû yê Amedê bi rêya postaxaneyê kart û nameyên piştgiriyê şandin girtîgehan. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle û Fatma Taşli Tûnç, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê Sûltan Yaray û Mehmet Şîrîn Gurbuz, Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyan tev li bernameyê bûn.
 
‘XEBATÊN ME DÊ BIDOMIN’
 
Piştî şandina kart û nameyan li ber deriyê Postexaneyê axaftin hatin kirin. Ewilî Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan axivî û bal kişand ser girîngiya rojê. Fîdan da zanîn ku ev roj ji aliyê PENa Navneteweyî ve ji bo nivîskarên di zîndanan de hatiye diyarkirin. Fîdan anî ziman ku ew jî weke Navenda PENa Kurd hewl didin piştgiriya nivîskarên ku di girtîgehê de ne, yên ku bi tade û îşkenceyê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Me îro kart û name ji nivîskar û rojnamegerên di zîndanan de şand û me piştgiriya xwe ji bo azadiya raman, azadiya xwederbirînê diyar kir. Xebatên me yên bi vî avayî dê bidomin. Peywira me ye ku li tevahiya cîhanê bi her avayî herkes bikaribe mafên xwe yên mirovî, mafên xwe yên azadiya raman bi kar bînin. Em ê li ser vê yekê xebatên xwe bidomînin.”
 
Piştre Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç axivî û got ku ew hêvî dikin ku nivîskarên di zindanan de jî azad bibin û wan jî di nava xwe de bibînin. 
 
‘ROJÊN AZAD NÊZÎK IN’
 
Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray jî axivî û destnîşan kir ku ew jî weke DBP’ê piştgiriyê didin PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd. Yaray diyar kir ku şermek mezine ku nivîskar ji bo fikir û ramanên xwe di zindanan de bin û wiha got: “Em vê yekê şermezar dikin. Divê tu kes li tu derê cîhanê ji ber fikir û ramanên xwe neyên zîndankirin. Em ji vê derê silavên xwe ji nivîskarên di zîndanan de dişînin. Rojên Azad nêzîk in û dê her kes di vê sedsalê de bi demokrasiyê bi hev re azad bijî.”
 
‘PÊKÛTIYÊN LI SER ROJNAMEVANAN PÊKÛTIYÊN LI SER GEL IN’
 
Dû re Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç û Rêdûr Dîjle û Seroka MKG’ê Roza Metîna ji bo piştgiriyê ku endamên komeleyê û rojnemeger jî di girtîgehê de ne, serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kirin. Li Komeleyê dîsa Fîdan axivî û da zanîn ku ew vê rojê gelek girîng dibînin û naxwazin pîroz bikin. Fîdan got ku ew vê rojê weke bi boneyeka parastina azadiya raman, mafên nivîskariyê û rojnamegeriyê dibînin. Fîdan destnîşan kir ku ew xebatên ku ji bo nivîskarên di zindanan de divê her roj bên kirin, ew di vê rojê de jî careke din hewl didin. 
 
‘HEM XEBAT HEM JÎ BERXWEDAN DIDOME’
 
Herî dawî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û ji bo serdanê spasiya şandeyê kir. Altan diyar kir ku rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurd di bin gelek zehmetî û pêkûtiyan de xebatên xwe dimeşînin û got divê ev yek ne wisa be. Altan da zanîn ku hevalên wan hê jî girtî ne û wiha got: “Ji salên 90’î heta îro ev pêkotî berdewam dikin. Lê li gel vê yekê berxwedanek jî heye. Kesên ku xebatên xwe dimeşînin û dixwazin vê kevneşopiyê berdewam bikin, bi awayekî xwe li ser pêyan digirin. Niha jî hem xebat hem jî berxwedan berdewam dike. Berdelên vê yekê hene û hevalên me jî vê berdelê didin. Em bawerin xebatên ku derve tên meşandin û piştgiriyê vê zilm û zoriyê sist bike.”
 
Piştî axaftinan Tûnç, Dîjle û Fîdan ji bo bibin endamên DFG’ê form tije kirin û bername bi dawî bû.  
 
 

Sernavên din

20/11/2023
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe
09:34 Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin
09:19 Li malbatên piştî qedexeya derketina derve alîkarî wergirtin lêpirsîn hat vekirin
09:17 Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê!
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
09:11 Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke
09:06 'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin'
09:03 Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
01:37 Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
16/11/2023
20:29 Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
20:24 Li ser X’ê hastaga ‘#Öcalandan966GündürHaberYok'
19:18 Hatîmogûllari: Divê em tifaqa têkoşînê ava bikin û xwe birêxistin bikin
17:27 Li Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan