Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin

  • rojane
  • 09:02 4 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Sezaî Temellî ku bal kişand ser têkiliya di navbera neçareserkirina meseleya kurd û krîza aborî de, diyar kir ku di 25 salên komploya navdewletî de ji bo şer 720 milyar dolar hatine xerckirin. 
 
Tirkiye ku di polîtîkayên "ewlehiyê" de li çareserkirina meseleya kurd digere, her tim di nava krîzên aborî de maye. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî ku têkiliya di navbera neçareserkirina meseleya kurd û krîza aborî de nirxand, bal kişand ser daneyên di raporên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê yên Navneteweyî (Sîprî) ku Tirkiye di şerê zêdetirî 40 sal in didome de, trîlyon û nîv dolar ji bo şer veqetandiye. Temellî bilêv kir ku di 25 salên komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, ji bo şer herî kêm 720 milyar dolar hatiye xerckirin. 
 
‘RASTIYA PKK'Ê ENCAMEK E'
 
Temellî diyar kir ku pirsgirêkeke herî bingehîn a Tirkiyeyê jî meseleya kurd e û neçareserkirina vê meseleyê bûye sedema têkoşîna çekdarî. Temellî, got: "Sedema qewimînên di 25 salên dawî de çawa ku li gor meseleya kurd teşe  girtine, di pêvajoya komployê de jî heman pirsgirêk hebû. Lewma divê em wekî encamekê li rastiya PKK'ê mêze bikin. Çima PKK heye? Tew mirov dikare li dema beriya PKK'ê jî mêze bike. Di sedsala Tirkiyeyê de û dema beriya vî sedsalê, em dibînin ku meseleya kurd meseleyeke çiqas diyarker e. Sedema ku dîroka kurdan dîroka serîhildanê ye, ji ber vê ye. Lê Tirkiyeyê ev meseleya xwe çareser nekir. Ev mesele, pirsgirêkeke civaknasiyê ye, ev mesele pirsgirêkeke dîrokî ye. Neçareserkirina vê meseleyê, te di warê meseleyên din de jî ber bi hin cihan ve dibe. Hûn dibin welatekî ku di nava krîzan de biterpitin." 
 
DI 25 SALÊN BORÎ DE PIRSGIRÊK NEHATIN ÇARESERKIRIN
 
Temellî anî ziman ku gava mirov li 25 salên komploya navdewletî mêze dike dibîne ku li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nebûne û bêtir krîz çêbûne. Temellî wiha domand: "Di piraniya van 25 salan de desthilata AKP'ê heye. Beriya wê desthilata Ecevît hebû. Lê gava hûn li serdemên wê mêze bikin, taybetmendiyên wan ên wekhev ew e ku meseleya kurd çareser nekirine. Û her carê welêt ber bi krîzeke din ve birine. Lewma dixwazîm di warê aborî, di warê siyasî û di warê civakî de li ser meseleyê bisekinin, axirê em diçin û tên di heman meseleyê de asê dibin. Ger hûn ji zanyaran bipirsin 'Faktorên diyarker ên di vê pêvajoyê de çi ne? Korelasyona sereke li ku ye? Têkilî li ku dirûv digire?' dê bibêjin meseleya kurd." 
 
SEDEMA HEMÛ KRÎZAN: MESELEYA KURD
 
Temellî destnîşan kir ku navenda krîzên aborî û siyasî yên Tirkiyeyê meseleya kurd e û got: "Gelek lêkolînên di vî warî de hene. Û em vê rastiyê dibînin, hem li krîza dema Tansû Çîllerê hem li krîza 2001'ê hem jî li krîzên di dema Erdogan mêze bikin; sedema hemû krîzan yek e." 
 
ABORIYA ŞER A PIRALΠ
 
Temellî destnîşan kir ku Tirkiye tim di nava şer de ye û ev tişt anî ziman: "Ev dibe sedema ku tu hîn bêtir çekan peyda bikî. Ev dibe sedema ku tu jiyana civakî bêtir li gor vê ferasetê vesaz bikî. Gava em li van mêze dikin, em dibînin ku Tirkiye di nava aboriyeke şer de ye. Gava behsa şer tê kirin, şerê wekî yê Ûkraynayê tê bîra mirov. Na, ev şer şerekî ev qasî piralî ye ku sîrayetî jiyana me ya rojane dike. Bandorê li fiyetê nan dike. Lewma Erdogan gotibû 'ma hûn dizanin fiyetê fîşekekê bi çi qasî ye?' Lê ev şer ne ew şer e ku bi vî awayî bi ser bikeve. Li vir meseleya bingehîn, girêdayî neçareserkirina meseleya kurd, cihêkariyên rû dane. Civakê daxilî nava rageşiyê kiriye. Em behsa şerekî ku du dijmin li hemberî hev şer dikin, nakin. Em behsa şerê ku ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin û dilsozê kodên damezirîner e, dikin."
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN
 
Temellî destnîşan kir ku sedema ev qasî kedxwariyê, siyaseta kedxwariyê ya li Tirkiyeyê ye û ji bo bidawîlêanîna li bêedaletiya di aboriyê de divê pêşî li lêçûnên şer bê girtin û got: "Ji bo vê divê em pêşî li pergala tecrîdê ya bi komployê re hatiye çêkirin bînin. Ji bo vê jî divê Tirkiye hem li hundir hem jî li derve siyaseteke aştiyane bike. Ger çavkaniyên xwe di vî warî de xerc bike, wê gavê dê ev pirsgirêkên aboriyê ji holê rabin." 
 
MALIYETA ŞER: 720 MILYAR DOLAR
 
Temellî baş kişand ser maliyeta şerê ku li hemberî kurdan tê kirin jî û got: "Erdogan berê gotibû salê 30 milyar dolar ji bo şer tê xerckirin. Belkî hejmar zêdetir be. Lê em rabin dibêjin salê 50-60 milyar dolar ji bo şer tê veqetandin, em ê di cî de rastî êrişan bên. Lê ew bi xwe vê hejmarê dibêjin. Lê gava em li 24 salan mêze bikin em dibînin ku 720 milyar dolar ji bo şer hatiye veqetandin. Hejmar ji vê pir zêdetir e. Em vê ji raporên Sîpriyê dizanin. Sîprî, dibêje Tirkiye di vê mesleeyê de ku zêdetirî 40 sal in didome, 3 trilyon dolar xerc kiriye. Anku di 25 salan de trilyon û nîv dolar xerc kiriye." 
 
Temellî di dawiyê de destnîşan kir ku ger li Tirkiyeyê ji dêvla şer çareseriyeke demokratîk hebe dê rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê baştir bibe û ji bo vê jî îşaret bi hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir. 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

04/10/2023
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin