Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê

  • rojane
  • 09:00 22 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêkeke bingehîn e û divê her kes di warê çareserkirinê de gavina bavêje û got ku divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û yên li Ewropayê bibin parçeyeke çareseriyê. 
 
Yekîtîya Parêzeran a Ewropayê ya ji bo Demokrtasiyê û Mafên Mirovan (ELDH), Komeleya Hiqûq Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD), Partiya Çep a Parlementoya Ewropayê û Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) di 13'ê Hezîranê de li bajarê Strasbûrg ê Fransayê bi sernavê "Li Tirkiyeyê Maf û Azadî: Hiqûq, Girtîgeh û Meseleya Kurd" konferansek li dar xistin. Rêxistinên hiqûqê û nûnerên partiyên siyasî yên li Ewropayê tevlî konferansê bûn. Di konferansê de meseleya kurd û tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê hatin nîqaşkirin.
 
Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar têkildarî konferansê û helwesta nûnerên partiyên siyasî yên Ewropayê yên ji bo Tirkiyeyê û çavdêriyên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
BANDORÊN TECRÎDÊ YÊN LI SER PERGALA HIQÛQÊ
 
Şakar diyar kir ku di konferansê de hiqûqnasên li qadê çavdêriyên xwe ragihandine û beşdarên ewropayî jî dîtinên xwe yên der barê mijarê de ragihandine. Şakar anî ziman ku di konferansê de li ser guherîn û veguherandina daraza Tirkiyeyê hatiye axaftin û wiha got: "Hem rejîma girtîgehê hem jî diyardeya tecrîdê û hinekî jî siyasîbûna daraza Tirkiyeyê û çawa bûye aparateke desthilatê hatin nîqaşkirin. Wêneyê têkildarî van mijarên berpêşî platformê hat kirin. Her wiha pratîka Îmraliyê bi awayekî hurgulî hat bilêvkirin û nepêkanîna biryarên DMME'yê û bandora tecrîda li ser Ocalan a li Tirkiyeyê û ev yek bandoreke çawa li pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê dike hatin nîqaşkirin. Me ev, bi sernavên sereke dnaîn holê. Helbet siyasetmedarên li Ewropayê jî li gor daneyên hatin pêşkeşkirin çavdêriyên xwe yên der barê Tirkiyeyê de gotin. Diyar kirin ku haya wan ji rewşa Tirkiyeyê heye û geşedanên li wir qet ne xweşbîn in û ji bo vê hin hewldanên wan hene. Ez dikarim bibêjim ku helwesta sereke ya siyasetmedarên Ewropayî hinekî jî rexneyî bû." 
 
BÊDENGIYA EWROPAYÊ
 
Şakar bilêv kir ku Parlementoya Ewropayê ne birêvebirina Ewropayê û mekanîzmaya biryardayînê ye, lê li cihekî girîng e û got ku derdorên çep û pêşverî yên parlementoyê di warê tecrîdê û pirsgirêkên Tirkiyeyê de hesas in, lê derdoreke mezin jî xwe li bêdengiyê datîne. Şakar anî ziman ku bêdengiya saziyên navneteweyî jî bi piranî ji ber tecrîdê ye ku bûye xwedî hêzeke navneteweyî ye û hem jî ji ber meseleya panebaran e û got ku ev yek di konferansê de hatiye nîqaşkirin. 
 
‘DIVÊ BIBIN PARÇEYEKE ÇARESERIYÊ'
 
Şakar wiha domand: "Bi rastî jî hin sazî hene ku karê xwe nakin û sozên xwe bi cih naynin û rola xw enalîzin. Ev, di warê tecrîdê de xwe li bêdengiyê datînin. Lê aliyeke ku li dijî tecrîdê pêşverû û hesas jî heye. Ne rast e ku mirov wateyeke zêdetirî quweta wan li van saziyan bar bike. Helbet ev tecrîd bi hêzên şorşeger, pêşverû û demokratîk ên Tirkiyeyê re dikare bi dawî bibe. Lê divê em hêzên li Ewropayê wekî hêza çareseriyê ya sereke nebînin. Belkî ne cihê çareseriyê bin, lê divê em wan bikin parçeyeke çareseriyê." 
 
DIVÊ DI ROJEVA EWROPAYÊ DE BE
 
Şakar destnîşan kir ku di serî de tecrîd divê gelek pirsgirêk di rojeva saziyên Ewropayê de be û got: "Ji lew re ew van meseleyan di hin platforman de bilêv dikin. Ger ev xebat bên kirin, dê hêzên demokratîk ên sivîl ên Ewropayê jî tevbigerin. Yanî ji bo ku em rojevên xwe daxilî nava qadên wan ên xebatê bikin, ev civîn girîng in. Em dizanin em nikarin bi tena serê xwe van pirsgirêkan çareser bikin, lê gava ev xebatên me domdar bin dê di rojên pêş de veguherin helwestekê. Di çarçoveya van xebatan de êdî hiqûqnasên Ewropayî îmzeyan didin û serdana Tirkiyeyê dikin. Dest bi daxuyaniyan kirine. Lewma em bi civaka ku wijdanê Ewropayê re ye û bi qad wê ya siyasî re tevkariyê dikin û hewl didin ji bo çareserkirina vê meseleyê gavina bavêjin." 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ HEVPAR
 
Şakar anî ziman ku neçareserkirina meseleya kurd bi tecrîdê ve girêdayî ye û got ku encamên pêkanînên li Îmraliyê hem siyasî hem jî hiqûqî ne. Şakar bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li welêt kiriye ku mîlîtarîzm gur bibe û got ku vê yekê di hilbijartinên 14 û 28'ê Gulanê de bi awayekî eşkere dîtine. 
 
Şakar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me di hilbijartinan de dît ku derdorên demokratîk dan der ku pêdivî bi dengê Ocalan heye. Di vê pêvajoyê de ji bo dengê Ocalan neyê bihîstin tecrîd hat kûrkirin. Lê ev bi kêrî kê hat? Helbet, bi kêrî derdora desthilatê hat. Ger di hilbijartinan de dengê Ocalan bihat bihîstin, belkî rewşa Tirkiyeyê ya niha pir cuda bûna. Lewma divê meseleya tecrîdê wekî meseleya mafên mirovan ên bingehîn û meseleyeke ku pêşiya Tirkiyeyê digire bê dîtin. Ji ber hindê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê hêzên şoreşger û pêşverû yên li Tirkiyeyê li dijî tecrîdê dengekî hevapr derxînin. Bi rastî jî li hemberî meseleyeke wiha nenîşandana helwestekê û danîne xwe li bêdengiyê pri ecêb e. Lewma divê tecrîd wekî meseleyeke sereke bê dîtin. Divê ehr kes ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavina bavêje." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

26/06/2023
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin