Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin

  • rojane
  • 22:24 21 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma ku di êrişa SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin, li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin veşartin. 

 
Di merasîmê birêkirina cenazeyê Yusra Derwêş û Leyman Şiwêşê de ku di êrişa SIHA'yê ya Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin, heval û dostên wan soza pêkanîna hêvî û şopandina rêya wan dan. Axêveran da zanîn ku îradeya pêkhateyan sembol e, Rêveberiya Xwerser jî dê bi îradeyan wan bimîne.
 
Bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) bi rê kirin. Merasîm li Goristana Şehîd Isamîl a navçeya Amûdê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM, heval, dost û malbatên şehîdan li dar ket.
 
Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvî El-Seyd axivî û got: “Ev girseya li vir,  nîşan dide ku tu hêz nikare moral û vîna me têk bibe. Ez destpêkê sersaxiyê ji Rêbertî re dixwazim, ji ber ku ew e yên jinên qehreman da pêş. Dijmin jinên pêşeng hedef digire ji ber ku ji rola wan a qehreman ditirse.”
 
SOZA PÊKANÎNA HÊVIYÊN ŞEHÎDAN
 
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî û da zanîn ku dewleta tirk ji bo piştgiriya terorê û dagirkirina Sûriyeyê bike, asta êrişên xwe zêdetir kiriye, bi van êrişan aloziya di hundirê Tirkiyeyê de vedişêre.
 
Her wiha Yunis diyar kir ku hemxetî ragihandina Rêveberiya Xweser ku dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike, êriş herêmê dike û ev li gotinên xwe zêde kir: “DAIŞ`ê `zarokên Erdogan` in û dixwaze projeya demokratîk a gelan têk bibe û gelan bê îrade bihêle. Hêzên ku di civînên Astanayê de hazir dibin bazaran li ser gelê Sûriyeyê dikin, ev civîn jî berdewamiya komploya li dijî gelê me yê azadîxwaz e.”
 
Yûnis balkişand ser bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê û wiha domand: “Êdî bes e, bi vê bêdengiyê hûn dibin hevkarê van komkujiyan in. Gelê herêmê ji bo aramî û ewlehiya cîhanê berdêlên pir giran dane. Divê li hemberî projeya Rêveberiya Xweser hûn bi berpirsyariyeke exlaqî rabin. Divê bi erka xwe ya li hemberî hêviyên gelê Sûriyeyê rabin.”
 
Yûnis di axaftina xwe de da zanîn ku însiyatîf û sîstema Rêveberiya Xweser hêz û nimûneye ji aloziya Sûriyeyê re.
 
Her wiha Yunsi, Yusra, Leyman û Firat bi bîr anî û got: “Rîhan têkoşer, berxwedêr û milîtan bû, Yusra dev li ken, mamoste, rêveber û jina pêşeng bû. Firat jî fedekar û leheng bû. Divê ji bo şopandina rêya wan gelê me li derdor rêveberiya û hêza xwe bicive û siyasetên qirkirinê têk bibe. Em jî heta pêkanîna hêviyên van şehîdan li ser piyan bin.”
 
`JI BO BIBE DENGÊ JINA AZAD 38 SALAN TEKOŞÎNA AZADIYÊ KIR`
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star Rûken Ehmed li ser navê rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û anî ziman ku ew careke din 2 jinên şoreşger oxir dikin, bal kişand ser şehîd Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) û got: “Rîhana Kurdistanî ye, ji ber ku li Amûdê, Kobanê, Qamişlo, Efrîn, Amadê, Mehebat, Silêmanî û Hewlêrê bû. Ya Zagros û Botanan bû, tekoşîneke bê hempa daye meşandin. 2016`an piştî rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê derbasî Minbicê bû, bi pêkhateyên wê re kar da meşandin. Ji bo bibe dengê jina azad 38 salan têkoşîna azadiyê kir.”
 
Rûken Ehmed da zanîn ku ji ber biryara darizandina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, hevkarê wan Erdogan ji bo parastina DAIŞ`ê kete tevgerê û got: “Pêwîst e em Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz û Cerablusê vegerînin. Wê kesayetên azad xwedî li Sûriyeyê derkevin, ne kesayetên xwefiroş ku niha li hev dicivin.  Em soz didin ku nehêlin bihustek ji axa me careke din dagir bibe.”
 
'ÎRADEYA PÊKHATEYAN SEMBOL E, RÊVEBERÎ JÎ WÊ PÊ BIMÎNE'
 
Hevserokê Partiya Yekitiya Suryana Senherîb Bersûm jî axivî û diyar kir ku ji dîrokê heta roj îro dijmin yek e, ew jî zihniyeta dewleta Tirk a dagirker e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewlet xwe li ser qirkirina gelê Suryan, Ermen, Kurd û civaka elewî û êzdî ava kiriye, heta niha jî hewldanên xwe yê qirkirinê dike.”
 
Bersûm got: “Em xwedî mafekî ne, em her dem serkeftî ne ji ber ku em xwedî îrade ne û bi şehîdan ve girêdayî ne. Gelê me li herêmê di nava hevgirtinekê de dijîn, xwîna me bûye yek bi vê yekê jî em soz didin şehîdên xwe. Îradeya pêkhateyan sembol û ronahî ye û dê Rêveberiya Xweser pê bimîne.”
 
`MEŞA lI SER ŞOPA ŞEHÎDAN, SERKEFTINÊ TEKEZ DIKE`
 
Paşê li ser navê malbata Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf axivî û got: “Her du şehîd sembola jinên Kurd e. Şehadet destanek e ji ber di hindirê xwe de evînekê dihewîne. Heke gel bi dil û can li ser şopa şehîdên xwe bimeşe wê tekez serkeftinê bidest bixe û planên dijminan têk bibe.”
 
Piştî axaftinan cenazeyên Derwêş û Şiwêşê li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin veşartin. 
 
TUMA BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HAT VEŞARTIN
 
Şêniyên Qamişloyê cenazeyê endamê Meclisa Kantona Qamişlo Firat Tûma ê di êrîşa balafira bêmirov a dewleta tirk de li ser rêya Qamişlo-Tirbesiyê de jiyana xwe ji dest dabû , li Goristana Keldan a li taxa Siyahî ya Qamişloyê veşartin.
 
Bi dehan şênî û nûnerên saziyên Suryan û Keldan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Tuma bûn. Kerwanê cenazeyê Firat Tuma ji pêşiya mala wî ya li Qamişlo bi lidarxistina ayînan ji aliyê endamê Komeleya Çandê ya Suryan ber bi dêra Mar Yaqûb El Nesîbînî ya Keldan ve bi rê ket.
 
Piştî nimêjê, kerwanê cenazeyê ber bi Goristana Keldan a li taxa Siyasî ya Qamişlo ve kete rê. Li goristanê hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîre Gewriye axivî û destnîşan kir ku êrişên rojane yên dewleta tirk li dijî herêmê bi armanca derxistina tevliheviyê û tirsê di nava gelê herêmê de ne.
 
Dû re Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Vîviyan Beho Osê axivî û sersaxî da malbatan û got: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî Rêveberiya Xweser didomîne, bi taybet piştî ragihandina rêveberiyê ku wê dest bi darizandina çeteyên DAÎŞ`ê bike, êrîş zêdetir bûn. Ev darizandin wê destên veşartî yên li dijî vê rêxistinê, eşkere bike.”
 
Vîviyan wiha berdewam kir: “Aliyên navneteweyî û herêmî hene ku naxwazin aloziya li herêmê bi dawî bibe. Lê belê dixwazin ev alozî şax bide û çareserî pêk neyên.”
 
Vîviyan destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyan, xebatên wan berdewam in û bang li hêzên garantor kir ku agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihînin û berpirsyariyên xwe bînin cî û dawî li terora dewleta tirk bînin.
 
Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryanên Asûr ve hate xwendin û di dawiyê de girseyê cenazeyê Tuma li goristanê veşart.

Sernavên din

26/06/2023
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin