Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn

  • rojane
  • 15:08 21 Hezîran 2023
  • |
img

STENBOL - Di danişîna doza derbarê Şadiya Manap a roja hatibû berdan ji nû ve hatibû girtin de biryara beraetê hate dayîn. 

Şadiya Manap a di sala 1992’yan de li Rihayê piştî hate binçavkirin li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin, di doza derbarê wê de hate vekirin de cezayê muebbetê lê hate birîn. Manap a dema hate girtin 24 salî bû piştî Girtîgehên Riha, Mêrdîn û Midyadê sewqî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate kirin. 
 
Manap a piştî 30 salan di 1’ê mijdara 2022’yan de hate berdan, bêyî ku ji girtîgehê derkeve ji ber lêpirsîneke di sala 2020’an de derbarê wê de hatibû vekirin, beriya ku ji girtîgehê bê berdan hatibû binçavkirin û girtin. 
 
Danişîna biryarê ya doza derbarê Manapê de bi îdiaya “Rêxistinê ava dike û bi rê ve dibe” hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hate lidarxistin. Di danişîna ku Manap û parêzerên wê amade bûn de biryara beraetê hate dayîn. 
 
'EZ LI KOLANÊ NEHATIM GIRTIN' 
 
Di danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir de Manap a ewilî axivî, parastina bi kurdî kir. Manap, diyar kir ku hêmanên sûc ên tên îdiakirin nehatine lêkolînkirin û wiha got: "Heke her tiştê di dosyayê de weke sûc bê nîşandan ez jî dixwazim parastina xwe berfirehî bikim. Weke ku 30 sal ceza têra wan nekirî dixwazin dîsa ceza bikin. Madem ew dê ceza bidin wê demê ez jî dê bi sebir parastina xwe bikim. Mutalaa weke ku sûcdar bim hatiye amadekirin. Ewilî sûcdar kirine pişt re tiştên min nivîsandine kirine sûc. Weke ku li kolanê li mala dayika xwe hatibim girtin tevdigerin. Lê 30 sal in di girtîgehê de di bin kontrola dewletê de me. Tiştên ku weke sûc hatine nîşandan tiştên beriya niha çûne miduriyeta polîsan in û bêyî ku hêmaneke sûc hebe vegeriyan e. Bila ev yek neyê paşguhkirin. Belgeyên bi hejmara 2,6,9,10,12 û 13 ne yên min in lê xistine nava dosyayê. Min daxwazname nivîsand ku kameraya li ber girtîgehê bê lêkolînkirin. Heke kamera were lêkolînkirin dê were dîtin ku ew çante neyê min e. Tiştên ku tên îdiakirin li ser min hatine girtin ne aydê min in."
 
Manap a got "30 salên min çûn lê ez naxwazim dema we bigirim" anî ziman ku dê parastina xwe perçe perçe bike. 
 
'NE EZ NASNAMEYA MIN TÊ DARIZANDIN' 
 
Manap, da zanîn ku ji bo dewleta hiqûqê miduriyeta polîsan û polîs derhiqûqî ne û wiha berdewam kir: “Li gorî polîsan kî gumanbar be divê di girtîgehê de bimîne lê divê hûn hiqûqê pêk bînin. Dema ez di girtîgehê de bûm dozger di demên cuda de îfadeya min girt. Dikarîbûn der barê min de 100 biryarên girtinê bidin, lê nekirin. Li bendê bûn ku ez ji girtîgehê derkevim. Xwe têxin şûna min, piştî 30 salan ez bi kelemçeyê ji girtîgehê derketim û dema ji girtîgehê derketim min dît ku malbata min li derî dinêrî. Ji bo ku ez û malbata xwe vê êşê bikişînin ev hate kirin. Mîna ku ez di nava pevçûnê de hatim girtin, hewl dan hêza xwe nîşan bidin. Ya ku tê darizandin ne ya min nivîsandiye, nasnameya min e. Ez jin im, kurd im, ji çîna bindest têm, mûxalîf im.”
 
'30 SAL LI BENDA EDALETÊ ME'
 
Manap, anî ziman ku di Partiya Kedê ya Gel (HEP) de dest bi siyasetê kiriye lê di wê pêvajoyê de bi qetilkirina Vedat Aydin polîsan bi kuştinê gef li wê xwarine. Serokê dadgehê di vê navberê de parastina Manap birî û got “Ev tişta tu dibêjî ji derveyî parastinê ye. Tu nikarî têkildarî dîroka welat parastinê bikî û mafê parastinê yên dosyayên din bigirî”. Li ser vê yekê Manap wiha got: “Piştî ku polîsan j imin re gotin weke Vedat Aydin em ê te bikujin, tev li PKK’ê bûm û 30 sal an di girtîgehê de mam. 30 sal in li benda edaletê me. Hûn jî di kesayeta min de edaletê binpê nekin.”
 
'TU HINCETEKE HIQÛQÎ NÎNE'
 
Dû re parêzer Rûken Gulagaci ya parastin kir, diyar kir ku tu hinceteke hiqûqî ya girtina muwekîla wê nîne û anî ziman ku azadiya muwekîla wê ji dest hatiye wergirtin. Parêzer Elîf Taşdogen a pişt re parastin kir jî diyar kir ku nivîsên di dosyayê de nehatine tercumekirin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 
 
BIRYARA BERDANÊ Û BERAETÊ HATE DAYÎN
 
Manap, a piştî parastina parêzeran gotina wê ya dawî jê hate pirsîn iwha got: “Dîrok dê dadgehan jî min jî binivîse dixwazim ku hûn adil bibin.” Şandeya dadgehê ya pişt re biryara xwe aşkere kir diyar kir ku ji ber Manap ji nû ve hate girtin mafê wê yê tazmînatê heye û biryara berdan û beraetê da. 
 
Manap, ji bo kirariyên berdanê birin girtîgehê. 
 

Sernavên din

26/06/2023
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin