Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin

img
ENQERE - Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyên koma Captain Blackê 5 lîre zem hate kirin. 
 
Di erefeya sala nû de ji bo cigareyê zem hate kirin. Ji bo cigareyên koma Captain Blackê 5 lîre zem hate kirin. Di vê komê de bihayê cigareya herî erzan bû 90 û ya herî biha jî bû 95 lîre. Zema hatiye kirin dê ji 5’ê Çileyê ve derbasdar be. 
 
Serokê Komeleya Piştevaniya Bi Bayiyên Tekelê yên Tirkiyeyê (TBYD) Erol Dundar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir û got ku bihayê cigareyên koma Captain Blackê zêde bûye.