Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe

img

ENQERE - TUÎK’ê îstatîstîkên hêza kar a meha Mijdara 2025’an aşkera kir. Li gorî daneyan, bêkarî û saetên xebatê zêde bûn. 

 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên hêza kar ên Mijdara 2025’an aşkera kir. Li gorî daneyan, li seranserê Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên temenê wan bi ser 15 saliyê re, li gorî mehek berê 54 hezar lê zêde bû û derket 3 milyon û 98 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,1 puanan zêde bû û derket ji sedî 8,6’ê. Bêkarî di nav zilaman de ji sedî 7 û di nav jinan de jî ji sedî 11,8 hate diyarkirin. 
 
RÊJEYA CIWANÊN BÊKAR
 
Li gorî daneyan; di nav ciwanên temenê wan di navbera 15-24’ê de rêjeya bêkariyê ji sedî 15,4 e. Rêjeya jinên ciwan ê bêkar ji sedî 24,4 û ya ciwanên mêr jî weke ji sedî 10,6 hate diyarkirin. 
 
Her wiha hate destnîşankirin ku hejmara saetên xebatê yên heftane li gorî mehek berê ji sedî 0,1 zêde bû û derket 42,3 saetan.