Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike

WAN - Endamê Egîtîm Sen a Wanê Denîz Ulfer, diyar kir ku projeyên TUGVA'yê yên bişaftinê û mîlîtarîzmê ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tê fînansekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin, projeyên “KîtapVan”, (Wanpirtûk) “Vanspor” û “Okuyorum” (Ez dixwînim) a Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê ji tê fînansekirin. Ev yek bû sedema bertekan. Endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê Denîz Ulfer, li dijî projeyên bişaftin, mîlîtarîzmê, tekparêz û Tirkperest nerezîbûn nîşan da û got wan têkildarî projeya KîtapVan a TUGVA’yê ji wezaretan re nivîs şandine.  
 
Ulfer, diyar kir ku wa xwestiye ji Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr xwestina der heqê protokolên TUGVA’yê de agahî wergirin lêbelê agahî bi wan re nehatiye parvekirin û ev tişt got: “Di sala 2017’an de Wezareta Perwerdehiyê bi TUGVA’yê re protokolek çêkiriye û gelek tiştan di çarçoveya wê protokolê de dikin. Me ev agahî ji dibistan û ji endamên me yên li dibistanan bi dest xist. Herwiha em li ser giliyên malbatên xwendekaran agahiyan bidest dixin. Herî dawî, piştî tayinkirina qeyûm a li Wanê, projeya KîtapVan bû. Vê projeyê ji bo her dibistan, her xwendekarî pirtûk şand ev jî pirsgirêkek din e.” 
 
‘BIŞAFTIN DIDOME’
 
Ulfer, destnîşan kir ku projeyên tên çêkirin li ser zarokan veguheriye polîtîkayên bişaftinê û wiha pê de çû: “Em wek Egîtîm-Sen, perwerdehiya sekuler, zanistî û bi zimanê dayikê diparêzin. Dema em li daxuyaniyên TUGVA’yê dinêrin em dibînin hewl didin li ser ciwanan nasnameyên olî û netewî ava bikin. Ev bixwe jî pênaseya bişaftinê pêk tîne. Rengên civakê û herêmî jî tune dihesibîne. Li ser zarokên Kurd bişaftinên wiha didomin. Nasnameyên wan tê paşguhkirin, polîtîkayên îdeolojîk tê rêvebirin.” 
 
MALBATAN GILÎ KIRIN
 
Ulfer, destnîşan kir ku pirtûkên ku di çarçoveya projeyê de hatine belavkirin nehatine kontrolkirin û malbatan ev yek gilî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirtûkên ji bo zarokan hatine şandin di warê pedegojîk ve nehatiye lêkolînkirin, hem xwendekar, hem malbat û mamosteyan serlêdana têkildarî vê yekê serlêdana gilî li saziya me kir. Piştî vê rewşê me jî ji bo saziyên eleqedar serlêdan kir. Pirtûkên dawî yên ku TUGVA’yê der heqê Filistînê de belav kir, pesnê şer û rawekirina şer tê de hebûn. Bandorên neyînî yên li ser zarokan nehatiye fikirîn. Ev yek mirinê û şer bi rehetî rewa dike.”
 
‘RENGÎNIYA CIVAKÊ TÊ PAŞGUHKIRIN’
 
Ulferê, anî ziman ku pirtûkên nasnameya netweyî ava dikin de pirsgirêkên mezin hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Navaroka wan zayendperest e û rengîniya civakê paşguh dikin. Nexasim ev yek di pirtûkên ku TUGVA li dibistanan belav dike de kûrtir e.” 
 
‘DIVÊ PERWEDE BÊALÎ BE’
 
Ulfer, destnîşan kir ku divê pergala perwrdehiyê nebe qada rantparêziya cemaet, îdeolojiyekî û got: “Divê dewlet perwerdehiyê bêalî birêve bibe. Bêyî destûra malbatan divê xwendekar tevli tu projeyê neyên kirin. Em dixwazin ku projeyên li dibistanan, ji aliyê rêveberiya dibistanan ve bên kontrolkirin. Em ê giliyên der barê van pirgirêkan her tim bişopînin.”
 
‘BUDCEYA WÊ ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN Ulfer, rave kir ku li ser TUGVA’yê kurs hatine vekirin û li ser navê bexşînê ji mamosteyan hezar, hezar û 500 TL wergirtinê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li ser dengê hatiye qeydkirin, me serî li saziyên eleqedar da. Em bi hişmendiyeke tekparêz re rû bir û ne. Li ser bergên pirûkên KîtapVanê logoya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser wan heye. Budceya van pirtûkan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tê dabînkirin. Em dizanin ku projeyên SporVan û Okuyorum jî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tê fînansekirin.”
 
MA / Ozlem Yacan    
 
 

Sernavên din

10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin