Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike

  • rojane
  • 09:22 4 Kanûn 2025
  • |

MÊRSÎN - Îlahiyatnas Mihemed Salar, diyar kir ku divê Diyanet di xutbeyan de bi Peyamana Hudeybiyeyê û Peymana Medîneyê rave bike û pêvajoyê bi awayeke rast ji gel re vebêje.

Lêkolîner, nivîskar û îlahiyatnas Mihemed Salar, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi hevdîtina Komîsyona Meclisê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re didome, wekî "derfeteke dîrokî" nirxand û got, aştî têgeheke bi rûmet e û Îslam jî giringiyeke mezin dide aştiyê. Salar, destnîşan kir ku di Îslamê de, dînên din ên semawî û felsefeya Yewnanî ya kevnar de aştî, an aramî û ewlehî, yek ji armancên herî bingehîn ên mirovahiyê ye û ev tişt got: "Aştî di heman demê de aramî û ewlehî ye. Her wate û nirxa ku ji aştiyê re tê dayîn, di cih de û bi qîmet e."
 
'DIVÊ EM AŞTIYÊ CIVAKÎ BIKIN'
 
Salar, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û rêberê MHP'ê Devlet Bahçelî ya di pêvajoyê de û wiha pê de çû: "Madem aştî ewqas watedar e. Wê demê divê ev aştî tenê di navbera her duyan de nemîne. Divê em vê aştiyê civakî bikin. Di vê pêvajoyê de divê her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Ev pêvajo ji bo Kurdan, Tirkan û gelên Rojhilata Navîn gaveke dîrokî ye. Pêwîst e em bi vê yekê zanibin."
 
'HEWCEYE ŞERT Û MERCÊN XWESER BÊN AVAKIRIN'
 
Salar, destnîşan kir ku di dîroka cîhanê de gelek welatan karîne serdemên şer û pevçûnan bi gotûbêjên aştiyê çareser bikin û got, Spanya, Îrlanda û Afrîkaya Başûr bi pêşxistina modelên li gorî şert û mercên xwe yên xweser, gihîştine çareseriyê. Salar, rave kir ku Tirkiye jî dikare bi xweseriya xwe pirsgirêkê çareser bike û got: "Em ne mecbûr in ku modelên welatên din yek bi yek bi cih bînin, dibe ku em rêyên pêşketîtir bibînin. Ji ber ku Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiyên civakî yên xweser e. Bandora Îslamê li ser vê erdnîgariyê xurt e. Heke bi felsefeya Îslamê çareserî bê nirxandin, encam zûtir têne wergirtin."
 
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÊ PÊVAJOYÊ DERKEVE'
 
Salar, diyar kir kir ku mafê tu kesî nîne bêje "xeta min a sor heye" û bi bîr xist ku Pêxember Muhemmed tevî provokasyonên muşkrikên Mekkeyê jî dev ji maseya aştiyê berneda û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî ku Pêxember xwedî artêşeke mezin bû jî, tu carî ji bo aştiyê negotiye 'xeta min a sor e', li hemberî hemû îtîrazên muşrikan jî Peymana Hudeybiyeyê pêk anî. Ev yek nîşanî me dide: Şer sînorekî wî heye, piştî demekê pêwîst e vegere aştiyê. Civak bi aştiyê pêş dikevin, ne bi şer."
 
Salar, diyar kir ku ji bo çareseriyê divê li mînakên aştiyê yên serdema Hezretî Mihemed were nihirîn û got: "Heke hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê hûn bi muxatabên wê re hevdîtinê bikin. Luksa ‘ez bi Îmraliyê re hevdîtinê nakim’ tune ye. Tu kes ji pêxember ne mezintir e. Heke pêxember ji bo aştiyê bi muşrikan re rûniştibe, îro tu kes nikare bêje 'ez bi filanî re hevdîtinê nakim'. Pêwîst e her kesê ku ji bo aştiyê hewl dide, xwedî li vê pêvajoyê derkeve."
 
'DIYANET HEWCEYE BERPIRSIYARIYA XWE BI CÎH BÎNE'
 
Salar, destnîşan kir ku aştî ne diyardeyek asayî ye û divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsiyariyê li xwe bigire. Salar, bal kişand ser girîngiya civakîkirina aştiyê û got, divê rêxistinên civaka sivîl, partî û Serokatiya Karên Diyanetê di pêvajoyê de erka xwe ya mezin bi cih bînin. Salar, anî ziman ku divê Diyanet di xutbeyan de Peymana Hudeybiyeyê û Peymana Medînayê vebêje û pêvajoyê rast ji gel re rave bike û got: "Di dîn de tê gotin 'kuştina mirovekî, kuştina tevahiya mirovahiyê ye, jiyîna mirovekî, jiyîna tevahiya mirovahiyê ye', divê Diyanet ji bo encambûna vê pêvajoya dîrokî, berpirsiyariya xwe bi cih bîne."
 
'JI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YA BERÊ DIVÊ DERS BÊ GIRTIN'
 
Salar, bi bîr xist ku îro ji ber ramanên xwe bi deh hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de ne û got divê neheqî bên çareserkirin, astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û divê girtiyên nexweş û yên ku dema berdana wan hatiye, bên berdan. Salar, destnîşan kir ku divê ev pêvajo bibe wesîleya bidawîbûna bêhiqûqiyan û ji pêvajoyên çareseriyê yên berê dest bê girtin û wiha got: "Divê her kes bi nasname, reng û baweriya xwe bi azadî bijî. Divê partî berjewendiyên xwe nexin pêşiya civakê. Heke gel xwedî li pêvajoyê derkeve, wê demê partî jî mecbûr dimînin guh bidin gel. Medya û akademî jî divê berpirsiyariya pêvajoyê li xwe bigirin."
 
'KURD ÊDÎ HÊZEKE HERÊMÎ NE'
 
Salar, diyar kir ku aşkera ye pêvajoya berê çawa hat valakirin û anî ziman ku Abdullah Ocalan şexsiyetek e ku li gorî şert û mercên serdemê ramanên xwe nû dike û  bi bîr xist ku Kurd îro li Rojava xwedî cihekî bihêz in, li Başûr xwedî statû ne û li Bakur jî xwedî bi milyonan nifûs in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kurd êdî bûne hêzeke herêmî. Pêwîst e ev rastî were dîtin. Bahçelî an Ocalan, ev pêvajo bi çi niyete dest pê kiribe jî, ev rastî naguhere; divê piştgirî bidin pêvajoya aştiyê."
 
MA / Mehmet Guleş - Abdulkadîr Ayten
 

Sernavên din

10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin