WAN - Di salvegara 14’emîn a erheja Wanê de kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Endamê Lijneyan a Koordînasyona TMMOB’ê ya Wanê Engîn Işik, diyar kir ku avahiyên piştî erhejê hartine çêkirin ne li gorî daneyên zanistê û disiplînên endezyariyê ne.
Şaxa Odeya Avahîsazan a Wanê, kesên di erdheja Wanê ya di 23’ê yê Cotmeha 2011’an de jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera 14’emîn de bibîr anî. Tevî rêxistinên civakî û nûnerên partiyên siyasî, gelek welatî bedşarî merasîma bîranînê ya li pêşiya Bîrdariya Erdhejê hat lidarxistin, bûn. Endamê Lijneyan a Koordînasyona TMMOB’ê ya Wanê Engîn Işik, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî û diyar kir ku bajarên li ser xeta erdhejê di bin xetereyê de ne.
Işik, bal kişand ser pirsgirêkên avahiyên ku bûne sedema mirina mirovan û got: “Derketiye holê ku avahî bêyî tehlîlên statik û standartên kelûpelan tên avakirin. Di avahiyên ku ne li gorî daneyên zanistê û disiplînên endezyariyê û daneyên jeolojiye de mixabin gelek windahî çêbûne.”
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye avakirin axivî û got: “Her sal ji bo bîranînê em vir kom dibin. Em soz didin ku em ê vî bajarî li dijî bobelatan xurt bikin. Mixabin dema em ji bo vê hewl didin, her tim bi astengiyên hişmendiya wesayetê rû bi rû dimînin."
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.