NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeyvîna rojnameger Fatîh Altayli 28 sal berê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re piştî 28 salan cara ewil hate weşandin. Abdullah Ocalan, ji bo çareseriyê dibêje “Bes bila guftûgo hebe, em dikarin sibe jî çekan bidin bêdengkirin.”
Hevpeyvîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1997’an de li bajarê Bar Elîasê yê Lubnanê bi rojnameger Fatîh Altayli re kiribû, piştî 28 salan cara ewil hate weşandin. Hevpeyvîn beriya 28 salan bi hinceta xalên 8 û 30'emîn ên Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) weşandina wê hatibû astengkirin. Hevpeyvîn, li ser malpera “Özgür Düşünceler”ê hate weşandin.
Di hevpeyvînê de Abdullah Ocalan qezaya Sûsûrlûkê ya sala 1996'an weke xaleke şikestinê ya girîng a dîroka Tirkiyeyê nirxand û bal kişand ser çetebûyîna li nava dewletê û têkiliya wê ya bi narkotîkê re. Abdullah Ocalan, li ser hewldanên sûîqestê, şebekeyên li nava dewletê, trafîka narkotîkê û bandora hilweşîner a van avaniyan li ser herêmê rexneyên berfireh kir û ev yek şiband "Dewleta di nava dewletê de."
Abdullah Ocalan, têkildarî valakirina gundan, kuştinên kiryarnediyar û encamên vê yekê yên li ser civakê yên salên 1990'î tespîtên girîng kir û qala ziyanên civakî û aborî yên gelê mexdûr kir. Abdullah Ocalan, rola dewletê û hin partî-aktorên siyasî yên di vê pêvajoyê de vegot û anî ziman ku çetebûyînê bi siyasetê re têkiliyên qirêj daniye.
Yek ji beşên herî balkêş ên hevpeyvînê jî banga Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê bû ku dibêje: “PKK asteng nîne. Serokwezîrê Ingilistanê dibêje, 'Bila IRA çekan bêdeng bike, em ji her cure diyalogê re amade ne'. Ez ji niha ve îlan dikim. Bila tenê diyalog bê danîn, em ê sibe çekan hemûyan bêdeng bikin."
Abdullah Ocalan, li îradeya aştiyê ya dewletê pirsî, fikarên xwe yên li ser kapasîteya biryardanê ya muxatabên siyasî anî ziman û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hêzeke biryardanê nîne.
Abdullah Ocalan, got: “Bila min bikujin, lê belê bila xwedî hêza biryardanê be. Niha her kes berpirsyariyê dixe stuyê hev. Hêza biryarê nîne. Hinek dibêje pirsgirêka ewlekariyê, hinek dibêje hikûmet, hinek dibêje parlamento, niha jî çete derketine holê. Hêza biryarê nîne. Ez dibêjim em ji Tirkiyeya xwe hez bikin. Em bi rastî jî Tirkiyeya xwe rizgar bikin. Em Kurdan jî rizgar bikin."