45 parlamenteran pêşniyaznameya derbarê qeyûman de da Meclîsê
- polîtîka
- 15:22 21/5/2020
45 parlamenterên HDP’ê têkildarî qeyûman pêşniyaznameya pirs û lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.
45 parlamenterên HDP’ê têkildarî qeyûman pêşniyaznameya pirs û lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.
Parlamenterê ANAP'ê yê berê Abdulbakî Erdogmuş, diyar kir ku divê îqtîdar polîtîkayên li gorî zagonan pêş bixe û wiha got: "Ji bo îqtîdar li gorî Destûra Bingehîn gavan bavêje divê muxalefet gavan bavêje. Li Tirkiyeyê hiqûq tune û muxalefet jî temaşe dike. Divê temaşe neke û gavan bavêje."
Prof. Dr. Veysel Ulusoy, diyar kir ku rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê deynan bi deyna rûpoş dike. Ulusoy, bal kişand ser Peymana swapê ku Tirkiye bi Qatarê re îmze kir û lîmita wê derxistin 15 milyar dolarî û wiha got: “Dixwazin deyn bi deyn bigirin. Ev maqyaj e."
Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê, gardiyanan destê 14 girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşên wan derxistin. Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç, piştî hevdîtina ku bi girtiyan re hat kirin, mijarê bir rojeva meclisê.
Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku AKP dixwaze qeyûman mayînde bike ku xelkê birêve bibin û got: “Partiyên siyasî ya wê vê yekê qebûl nekin, yan jî wê dawiya xwe bînin.”
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya şoreşgerên pêşeng ên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û got: "Dewleta Tirk di vê demê de polîtîkayên xwe yên faşîst, qirker û dagirker didomîne. Emê li dijî vê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin."
Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu têkildarî 261 cenazeyên li Goristana Kîlyosê bi awayek dij mirovane hatine veşartin xwest Meclîs lêkolîn bike.
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ji bo sazkirina Wezareta Ciwanan teklîfa qanûnê pêşkêşî Meclîsê kir.
Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr veşartina 261 cenazeyên li ser hev hatine veşartin ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay Pirsî û got: “Hûn vê hovîtiyê bi kîjan hêncetê dikarin rave bikin?”
HDK’ê encamnameya civîna Meclîsa Giştî aşkere kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku îqtîdarê di pêvajoya şewbê de gel betal hişt û bi birçîbûnê re rû bi rû hişt û wiha got: "Îqtîdarê li gorî bîrdoziya xwe gav avêt. Yê ku vê îqtîdarê têk bibe têkoşîna gel ya bi rêxistinî ye."
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, diyar kir ku bi hedefnîşandana KCD’ê tê xwestin ku pêşî li xurtbûna kurdan a li qada demokratîk bê girtin û got: “KCD, di îddîaya muxatabbûna demokratîk a Pirsgirêka Kurd de ye.”
Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê ji Îbrahîm Kaypakkaya heta Hakî Karer şoreşgerên nemir ên di meha Gulanê de bi bîr anî.
Hevberdevka KÎD’ê û Parlamentera HDP’ê Huda Kaya tayînkirina qeyûman wek “têkçûna AKP’ê” şîrove kir û got: “Muxalefet di fetloneka dîrokî de ye. Ya hûnê bêjin îro roja piştgiriyê ye. Yan jî hûnê wek xwediyên Qesrê biçin sergoyê dîrokê.”
Hevseroka KCD'ê Leyla Guvan bang li gel kir ku hêj talukeya vîrûsê berdewam dike û xwest di cejnê de neçin serdana hev û li şûna wê bi dîmen û telefonan cejnê hev pîroz bikin. Guven xwest her kes bi xwe tedbîrên xwe bigirin û hev hişyar bikin.
Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, anî ziman ku wê li ber siyaseta qeyûman çok daneynin û got: "Ev êrîş tenê ne li kurdan tê kirin, li hemû hêzên ked û demokrasiyê tê kirin. Bang li hêzên ked û demokrasiyê dikim. Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin."