ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
- rojane
- 09:00 15
Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû mejiyê wî û ji ber vê ew xistibûn emeliyatê, piştî emeliyateke 2 saetan ew xistin beşa lênihêrîna lezgîn.
Partiyên siyasî û rêxistinên demokratik ku ji bo rojnamevan Huseyîn Aykolê ji ber xwîn rijiya ser mêjiyê wî di emeliyatê de ye, peyamên "derbasbûyînê" parve kirin. Di peyaman de wiha hat gotin: "Em ji dil û can bawer dikin ku dê ji heq vê jî derkeve."
Rojnamevan Huseyîn Aykol, xistin emeliyatê. Bijîşkan diyar kir ku emeliyat xeternak e.
Rojnamevan Huseyîn Aykol ji ber xwînrijiya ser mejî rakirin nexweşxaneyê.
Rojnamevan Hakan Tosûn ê hat qetilkirin, dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin.
“Kampanyaya Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” da zanîn ku di nava 20 rojan de li Îranê 164 kes hatine darvekirin.
Rojnameger Necmettîn Salaz di salvegera 2’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdû ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin, di 11’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
DMME’yê diyar kir ku Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û biryar da ku mafên wê yên “darizandina di dema maqûl de”, “azadî û ewlehî” û “azadiya fikr û xweîfadekirinê” hatine binpêkirin.
DEM Partî û partiyên pêkhate ji bo hevdîtina bi gel re ya li Esenyurtê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Li dijî rejîma qesrê em bi hev re têkoşînê mezin bikin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, got: “Li ser milê Meclisê berpirsyartiyeke sed salî heye. Meclisa îsal biqasî Meclisa ewil girîng e. Meclisa me bi peywira avakirina komara demokratîk a bi rêya muzakereyên demokratîk rû bi rû ye.”
Di danişîna doza rojnameger Mehmet Şah Oruç de biryara domandina tevdîra “kontrola edlî” hate dayin.
Şandeyeke ji xwendekarên Ewropayî pêk dihat, çû serdana Çukurova GOÇÎZDER’ê û der heqê xebatên komeleyê de hatin agahdarkirin.
Di operasyona nelirêtiyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de 6 kes hatin binçavkirin.