Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
- rojane
- 09:36 10
Li gelek bajarên herêma Marmarayê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meş û bi daxuyaniyan ve hate şermezarkirin.
Li gelek bajarên herêma Marmarayê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meş û bi daxuyaniyan ve hate şermezarkirin.
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Stenbolê bi pêşengtiya DEM Partiyê tê protestokirin. Girse, ji rawestgeha Yenî Kapi Marmarayê ber bi Parka Saraçhaneyê ve dimeşe û komployê protesto dike.
Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Amedê meşê li dar dixe.
Sadiq Hesen ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan. Hesen ku ji Dêrik a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo dersînorkirinê birin Midûriyeta Îdareya Koçê ya Tekîrdagê.
Şandeyeke ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku endamên komîsyonê û kesên ji Dîwana Serokatiya Meclisê jî tê de cih digirin, dê di çarçoveya plansaziya pêvajoyê de were Amedê.
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran hate protestokirin û beşdaran diyar kirin ku divê her kes li dijî komployan dengê azadiyê bilind bikin û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan dê ji bo aştiya gelanû siberojê gava herî şênber be.”
Di danişîna doza rojnameger Rahîme Karvarê de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, mutalaa hate pêşkeşkirin û dozger daxwaza cezayê hefsê kir.
Di danişîna doza rojnamevan Reyhan Hacioglû de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara berdewamiya kontrola edlî hate dayin. Ji bo rojnameger Welat Ekîn jî biryara anîna bi darê zorê hat dayin.
HSD’ê êrişa hêzên Hikûmeta Demkî ya li gundewarên Bendava Tişrînê têk bir. Di dema bersivdayînê de êrişkarek hate kuştin.
Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, bi boneya salvegera 10’emîn a komkujiyê rapora xwe aşkera kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer û got: “Ger neynûka wê zirar bibîbe berpirsiyarên wê Wezareta Dadê, serokê dadgehê û îdareya girtîgehê ne.”
Mehmet Salih Erden ku piştî 30 salan hate berdan, li bajarê xwe navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Danişîna doza Xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan û Delîl Zengeralp ku ji ber 2 pirtûkan bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" tên darizandin, hat lidarxistin.
TJA û DBP’ê diyar kirin ku Manîfestoya Civaka Demokratîk, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala derxistiye.