STENBOL - Hejmara Kovara Jînê ya vê hefteyê bi manşeta “2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê” derket. 
	Hejmara 44’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê” derket. Di hejmara dawî ya sala 2023’yan de nivîskara femînîst Hulya Osmanagaoglû bi nivîsa “2023 û nedayîna windakirinê bi AKP’ê” bal kişand ser têkoşîna femînîstan û tevgerên jinan ên li dijî zextên civakî. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Denîz Dîcle jî bi nivîsa xwe ya “Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala têkoşîna jinan” qala têkoşîna jinan a di sala 2023’yan de kir. 
	Nivîsên di hejmara nû de wiha ne: 
	* 2023 û nedayîna windakirinê ya bi AKP’ê / Hulya Osmanagaoglû
	* Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala têkoşîna jinan / Denîz Dîcle 
	* Berxwedana jinên îranî yên dibêjin “Em ê jiyanê dîsa bistînin” didome / Koma Kovara Jînê 
	* Rojên dawî yên salekê / Oya Açan
	* Du salên ‘Cihêkariya Zayendî’ ya Talîban a li Efxanistanê / Belquis Ahmadi - Werger 
